Hêrîşa li Barselonayê.
Wêne: JOSEP LAGO
Serokwezîrê Swêdê Stefan Löfven:

"Dîsa bajarekî din li Ewrûpayê ketiye nearamî û xembariyê de"

”Pîkabeke spî bi lez ajote ser xelkê”
3:04 min

Piştî hêrîşa terorîstî ya gumanjêkirî doh êvarê li bajarê Barselonayê li Spaniya 13 kes jiyana xwe ji dest dan û bi kêmanî 100 kes birîndar bûne. Ji doh ve du êrîş li Barcelona û derdora wê rûdane.

Wezareta karûbarê derve ya Swêdê radigihîne ku hemwelatiyên swêdî di nav qurbaniyan de tune ne.

Pêncşemê êvarî li cadeya herî binavûdeng La Rambla li Barselonayê pîkabeke spî ajot ser xelkê, yek ji wan yê ev êrîş bi çavê xwe dît hemwelatiyê swêdî Hampus Hagander e:

-Pikabeke spî bi lez ber bi xelkê ve ajot, nizanim ser çi lezgîniyê diajot, lê ez zanim ku gelekî bi lez bû û pişt re zîvirî di nîva cadeya La Rambla bi xwe de, di nava kombûnên xelkê de. Belkî ser pênc ta deh kesî de ajot.

Li gor dezgehên spanî di nav qurbaniyan de hemwelatiyên 18 welatên cuda hene. Hejmara miriyan giheşte 13 kesî û bi kêmanî 100 birîndar bûne.

Rêxistina terorîstî ya bi navê Daiş bi rêya kanalên xwe ev êrîş girtiye ser xwe lê hîna nezelel e bê kî bi vê êrîşê rabûye.

Herçend ku bi hezaran hemwelatiyên swêdî îro li Spaniyayê dijîn, li gor ragihandinên wezareta karûbarê derve kes swêdî di nav qurbaniyan de tune bûn.

Ann Torngren ji wezaretê dibêje ku ew rewşê dişopînin.    

Serokwezîrê Swêdê Stefan Löfven di daxuiyaniyeke nivîskî de xembariya xwe anî ziman û got:

Dîsa yek ji bajarên mezin yên Ewrûpayê tuştî nearamî û xembariyê bûye piştî êrîşeke terorîstî, dil û hizra min li ba malbat û ehlê qurbaniyan e.

Dezgehên spanî ragandine ku du kes hatine girtin, yek ji wan hemwelatiyekî spanî ye ji Melila li bakûrê Afrîkayê û yê din hemwelatiyekî megrîbî ye. Lê ev her du ne şofêrê pîkaba spî ne. Ta nuha yê şofêr nehatiye girtin.

Ji bilî van herdu kesan polîs kesek bi guleyan kuşt. Şeva beriya êrîşa li Barselonayê teqîneke bihêz di xaniyekî li bajarê Alcanar de li derdora Barselonayê rû da. Kesek di wê teqînê de mir û çend kes birîndar bûn. Polîs bigumane ku ew kesê mir bombeyek ava dikir.

Li gor polîsê spanî ev herdu bûyer karin bi hev ve girêdayî bin.

Doh derengê şevê jî polîsê spanî rê li ber êrîşeke din girtin û gule bedan pênc terorîstên gumanjêkirî li bajarê Cambrils. Li gor agahiyên polîs kemberên bi teqemenî û bombeyan li van pênc kesan bû.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".