Iransk pass och passkontroll på Arlanda
Firishte bi hêvî bû dayik û xwîşka wê bikaribin werine serdanê, lê Swêd vîze neda. Wêne: Creative Common + Prîvat
Fereshteh Zaleh:

”Vîze nedane dayika min”

”Dixwazim zarokên min malbata min nas bikin”
4:46 min

Bi taybetî havînan gelek kes daxwaza ehl û xizmên xwe yên li welêt dikin da werine Swêdê serekî bidine wan, ew hevûdin bibînin. Lê Swêd gelek caran serlêdanan napejirîne û vîzeyê nade.

Fereshteh Zaleh ya ji rojhilatê Kurdistanê ku ev 30 salin li Swêdê ye, ji dayika xwe û malbata xwîşka xwe re muracaeta vîzeyê kiribû û bi zarokên xwe re pilan danîbûn bê dema mêvanên wan hatin ew wextê xwe çawa derbas bikin.

Dayika Fereshteh berê du caran hatiye Swêdê, lewra ew li bendêbûn ku Swêd vîzeyê bide. Digel zarokên xwe li vir ew haziriyan dikin ku tatîlê bi hev re derbas bikin. Yên li Kurdistanê jî ji Bokan û Kermanşanê berê xwe didine sefareta Swêdê ya li Tehranê. Lê red ji wan re tê û serlêdana wan nayê pejirandin.

Li gor statîstîka Daîreya Koçê ji %69 kesên ji Îranê ku serî li standina vîzeya Swêdê dane vîze standine. Serlêdanên hem ji Sûrî hem jî Îraqê bin vê rêjeyê re, derdorê %50 e.

Per Liner, ku sekreterê yekem ê sefîrê Swêdê li Tehranê ye dibêje di dayina hejmara vîzeyan de tu guhertinek nebûye, bi qasî berê vîze têne dayin.

Fereshteh radigihîne ku dayika wê berya niha du caran hatiye Swêdê û berya vîzeya wê biqede ew vegeriyaye Kurdistanê û lewra pê seyr tê ku serlêdana wê hatiye red kirin.

Per Liner dibêje rast e di dayina vîzeyê de nuqteyeke ku ew pir giringiyê didinê ihtîmala mayin an nemana serlêder a li Swêdê ye. Lê diyar dike ku herçend serdanên berê berbiçav têne girtin jî di dema muracaetê de nirxandina nû tê kirin. Yanî kesekî ku berya du salan vîze standibe dibe ku îro nestîne ji ber ku şert û merc dikarin hatibine guhertin.

Hêjayî gotinê ye  ku hevpeyvîna bi sekreterê yekem ê sefîrê Swêdê li Tehranê Per Liner re ji aliyê hevkarê me yê beşê farisî Babak Parham ve hatibû kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".