Kronofogden
Wêne: Fredrik Sandberg / TT

Yên deyndar rastî astengiyan dibin li ba Dezgeha Heczê

Kristin Alm:"Em daxwaza lêbuhûrînê dikin"
1:27 min

Ji gava Dezgeha Heczê, Kronofogden, sîstema xwe ya komputerê guhertiye astengî ketine rêya gelek deyndaran de.

Dezgeh daxwaza pereyan ji deyndaran kiriye herçend wan ji berê ve deynê xwe dane.

-Me hîna karê xwe li gor sîstema nû lihevneaniye û me xwe baş ji wê re amade nekiribû. Kristin Alm şefa beşî li dezgeha Heczê dibêje em daxwaza lêbuhûrînê dikin ji wan kesên zerer dîtine ji ber sîstema me.

Sîstema wan ya nû diyar e bi dereng deyndanan qeyd dike û ji ber wê dezgeh her berdewam bû bi daxwaza dana deynan. Astengiyeke din ew e ku pereyên li deyndaran vegeriyan e çûne ser kontoyên şaş.

Gilî û gazinên deyndaran giheştine ba dezgeha nûnerê hikûmetê yê hiqûqî û di van rojan de wê dezgeha hecizê bersiva wan bide.

Kristin Alm dibêje em hîna jî nerazîne ji rewşê û dezgeh berdewame bi çareserkirinên şaşiyên sîstema nû.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".