.
Wêne: Drago Prvulovic/TT

Penaberên li Fînlanda têne Swêdê

Penaberên îraqî
1:43 min

Bi sedan penaberên li Fînlanda pilan dikin ku di destpêka meha îlonê de berê xwe bidine Swêdê û li vir serî li penaberiyê bidin.

Tê ragihandin ku piraniya penaberan îraqî ne û ew bi hatina Swêdê dixwazin nerazîbûna xwe li hemberî siyaseta Fînlanda ya penaberan nîşan bidin. 

Penaber difikirin di tixûbê bakur ê Haparanda/Torneå re derbasî Swêdê bibin. Hem polîsê sînor hem jî Daîreya Koçê didine zanîn ku haya wan ji pilanên penaberan heye û wan haziriya xwe kirine.

Lisa Danling ji xizmetên rojnamegerî li Daîreya Koçê diyar dike eger hat û hejmareka mezin ya penaberan serî li wan bide, wan amadekariyên pêwîst ji bo wê çendê hene. Yanî karmendên wan hene bo ku daxwaznameyên wan yên penaberiyê bistînin û wê pavajoyê dest pê bikin.

Li gor Danling ew kesê daxwaza xwe ya ji bo penaberiyê li Finlanda pêşkêş kiriye, normal divê bo Finlandayê bê vegerandin.

Nour Dawood ku axiftinkerê vê grupa penaberên îraqî ye, ya ku dixwaze xwe derbasî nava Swêdê bike, dibêje ku hejmara wan dikare çend sed heta hezarî û belkî jî zêdetir be. Bi gotina wî ew dê li destpêkê bi polîsê finlandî yê ser sînoran danûstandinê bikin û bi hêvî ye ew pişt re xwe bi piyan bigehînn nava Swêdê û bo cem saziyên swêdî.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".