Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Hamza Yalcin Interpol
Wêne: ISHARA S. KODIKARA

Hamza Yalcin bangî wezareta derve dike

Hamza Yalcin dinivîse
0:59 min

Hamza Yalcin ji girtîgeha xwe li Barcelona bo Expressen li ser sefera xwe ya bo Barcelona û serhatiya girtina xwe dinivîse.

Ew di wê nivîsa xwe ya bi sernavê ”Margot Wallström, gelo dê min teslîmî dîktatorekî bikin?” ku duh hatibû belav kirin de, nerehetiya xwe ji miameleya wezratea derve ya Swêdê di warê girtina wî de berçav dike. Bi gotina wî eger reaksiyoneke bihêz ji wezaretê nebe dê ew 40 rojên din jî di girtîgehê de li benda belgeyên Tirkî bimîne.

Ew di wê nivîsê de dibêje ku gava durist ew e ku wezîra derve ya Swêdê telefona wezîrê derve yê Spanyayê bike. Ew bi wê bawerê ye eger ew teslîmî Tirkî bibe dê ji bo wî tehlûke be.

3 vê mehê Hamza Yalcin, sernivîskarê kovara Odak di demê seferê de li Barcelona li ser fermaneke Interpolê hat girtin. Ew hem hevwelatiyê Tirkî û hem jî yê Swêdê ye.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".