Juno Blom, samordnare på Nationella kompetensteamet mot hedersvåld och förtryck.
Juno Blom, samordnare på Nationella kompetensteamet mot hedersvåld och förtryck. Wêne: Sveriges Radio

Tirs heye xwendekar ji tehtîla havînê venegerin

Ji bo zarok û ciwanan
0:58 min

Ku şagirdek yan xwendekarek venegere xwendingeha xwe dikare ji ber wê be ku ew piştî tehtîla havînê venegeriyabe mal.

Tirsa wê jî heye ku ew bi darê zorê hatibe zewicandin.

Birêveberiya wîlayetê li Östergötland dest bi kampanyayekê kiriye tê de daxwazê ji her kesî dike eger haya wan ji wê çê bibe ku xwendinkarek piştî tehtîla havînê venegeriyabe xwendingeha xwe ciyên peywendîdar pê agahdar bike.

Juno Blom ku bi Nationella Kompetensteamet re li Birêveberiya wîlayeta Östergötland kar dike dibêje ku her ji roja wan dest bi vê kampanyayê kiriye û heta niha li ser 111 zarok û ciwanên ku ne bi dilê xwe ji bo derveyî Swêdê hatine birin, telefon hatine kirin.

li gor Blom tiştê herî baş di vê de ew e ku wan şehrezahîyeke baştir li ser vê pirsgirêkê bi dest xistiye û ev jî dibe egera wê ku bal bo ser bêhtir zarokên rastî tahlûkeyan dibin bê kişandin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".