.
Wêne: Tom Wall /TT

Laşê dîtî yê rojnamevana swêdî ye

Lêkolîn berdewam e
0:39 min

Polîsê danmarkî pişt rast kir ku laşê li avên Öresund hatiye dîtin yê rojnamevana swêdî Kim Wallê ye, ev jî piştî testên DNAyê diyra bûye.

Kim Wall di 10ê vê mehê de li noqaveke danmarkî ji bo çêkirina reportajekê li ser xwediyê wê siwar bû. Di 11ê vê mehê de noqav binav bû û xwediyê wê ji aliyê belemekê ve hat xilas kirin. Lê laşê rojnamevana swêdî nû hat dîtin.

Polîs dê berdewam be li ser lêkolîna xwe li ser sebebê mirina rojnamevana swêdî. Xwediyê noqavê jî ji bo lêkolînan di girtîgehê de ye.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".