.
Wêne: Erik Simander/TT

Anna Kinberg naxwaze serokatiyê bihêle

Kinberg: Ji serokatiyê dernakevim
3:16 min

Seroka partiya Moderatan Anna Kinberg Batra daxwazên devberdana wê ji serokatiya partiya xwe red dike.

Wê di hevpeyivînekê de ku vê sibehê Aftonbladetê pê re kiribû got ku ew hatiye hilbijartin ji bo ku serkêşiya partiya xwe di hilbijartinên bihên de bike û ew dê bi wî karî rabibe heta ku hikûmeteke nû çê bike. Bi gotina wê yê ku divê bihê guhortin Stefan Löfven e.

Ew li gel wê ye ku rewşa partiya wê dijwar e û divê ew meylên cor bi cor yên nava partiya xwe bigehîne hev.

Daxwaza derketina wê ji serokatiya partiyê li vê dawiyê ji endamê partiya wê Pehr Granfalk ku hem jî endamê birêveberiya Solnayê ye hat. Wî duh got ku êdî hew baweriya wî bi Anna Kinberg heye û bi dîtina wî her ku diçe diyartir dibe ku ew nikare siyaseta partiyê bicî bîne.

Herweha Pia Almstöm, ji Moderatan û berpisiyara birêvebriya şaredariyê li Kävlinge jî duh got ku ew jî bi wê re ye ku Kinberg di serokatiyê de nemîne. Vê sibehê jî endamê birêveberiya Danderyd Olle Reichenberg ku ji Moderatan e daxwaza derketina Anna Kinberg ji serokatiya Moderatan kir.

Diyar e ku baweriya bi Anna Kinberg wek seroka Moderatan di nav partiya wê de her ku diçe kêmtir dibe.

Ekot piştrast dike ku di SMSa ku Oskar Öholm berprisyarê nûneran yê Moderatan ji ajansa TT re şandiye de hatiye ku ew tekezê li wê dike ku piraniyeke berbiçav di birêveberiyê û di nava endamên birêveberiyên şaredariyan yên Moderatan de li wîlayeta Stockholmê, bê baweriya xwe li hember Anna Kinberg wek seroka partiyê tînin ziman.

Herweha Ljungman berpirsiyarê Moderatan li Skåne, ji TT re diyar dike ku ew ditirse ev rewş berdewam bibe û bi rastî tesîra xerab li ser wan bike.

Parisa Liljestrand jî ku ji Moderatan e û endama birêveberiya Vallentuna ye dibêje ku ev demek e ew hizra xwe di daketina dengên Moderatan de di nava raya giştî de dikin û divê ew li ser awayê xwe yê xebatê rabiwestin û tiştekî bikin. Ew dibîne ku ji seroka partiyê ya niha re zehmet e guhortinê bike.

Serokê yekîtiya Ciwanên Moderatan Benjamin Dousa jî li ser vê pirsê ji zardevê sekretera xwe ya rojnamevanî Sofia Axelsson got ku yekîtiya wan bawerî bi Anna Kinberg nemaye.

Kjell Jansson berpirsiyarê liqa Moderatan li wîlayeta Stockholmê wekî di meha şeş ya îsal de gotibû, dîsan nebawerbûna xwe bi Anna Kinberg wek seroka partiyê anî ziman û got ku pêdiviya wan bi serokek nû heye.

Nêzî meheke din dê komcivîna Moderatan li Örebro çê bibe û her çend e di wê civînê de pirsa guhortina seroka partiyê tunneye, lê ew dikare wekî pirsgirêkeke sereke di civînê de bête pêş.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".