.
Wêne: Santi Palacios

Qeçaxçî belemên lastîkî bi rêya înternetê dikirin

ew bi hêsanî binav dibin
1:45 min

Belemên lastîkî yên ku qeçaxçiyên mirovan ji bo biqeçaxî mirovan li deryaya navîn pê derbas bikin, bi rêya malperine çînî tên firotin.

Firotina van belemên bixeter ku seferên deryayê pê tên kirin û gelek mirov tê de dixendiqin ciyê dilnerehetiya Yekîtiya Ewrupayê û aliyên ku bi koçberiyê re kar dikin e.

Marcella Kraay ji keştiya xilaskirinê ya Bijîşkên Bêsinor ya li deryaya navîn behsa wan belemên lastîkî dike û dibêje ku ev belemên lastîkî bi hêsanî qul dibin û ba ji ber diçe. Ew gelek tenik û ne ewle ne. Ew bi hêsanî binav dibin û dibin egera ku xelik di avê de bixendiqin û ew qet bikêr seferên di derayaya navîn de nahên.

Di malpera çînî Alibaba ya firotina bi rêya elektronî de ew belemên lastîkî wek belemên ewle ji bo penaberan û xwedî kalîteya baş tên berçav kirin û qaşo her yek têrî 30 kesan dike.

Saziyên peywendîdar li Yekîtiya Ewrupayê kifiş kirine ku ew belemên lastîkî ji aliyê qeçaxçiyên mirovan li Lîbyayê tên kirîn.

Li gor Marcella Kraay her penaber bi xwe di piraniya caran de wan belemên lastîkî pif dikin. Ew dibêje ku ew gelek tenik in, stûriya wan yek heta du millimetran û carna bes nîv millimetr e. Bi qasî torbeka tişt têkirinê li dikanekê ye.

Yekîtiya Ewrupayê di hewlê de ye ku Cîn rê nede firotina van beleman bi rêya malperên înternetê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".