Seda Utrikesdepartementet Hamza Yalcin
Duh Seda hevdîtinek bi karmendên Wezareta Derve re kir. Wêne: Besir Kavak, Sveriges Radio.

Ji bo welatiyên xwe yên girtî Swêd çi dike?

”Em ditirsin Yalçin teslîmî Tirkî bikin”.
4:28 min

Du kesên şertên wan wek hev, yek ji Almanya, yek ji Swêdê li ser daxwaza Tirkî li Spanya têne girtin. Yê hevwelatiyê Almanya piştî du rojan tê berdan, lê yê ji Swêdê, nivîskar Hamza Yalçin ev 20 roj in girtî ye. Çima?

Rexne li Swêdê têne kirin ku eger ew weke Almanya xwedî li welatiyê xwe derketiba vêga Yalçin jî li derve bû. Hevjîna Yalçin duh di hevdîtina bi Wezareta Derve re ev rexneya xwe aniye zimên.

Hevjîna Hamza Yalçin, Seda dibêje:

– Min ferqa navbera Almanya û Swêd pirsî gotine min Almanya mudaxeleyeke siyasî kiriye, lê meseleya Hamza niha bûye pirseke hiqûqî û lewra mecala tesîrkirinê zehmet e.

Ji 3ê tebaxê ve nivîskar Hamza Yalçin ku hem welatiyê Swêdê hem jî yê Tirkî ye li Spanya girtî ye. Yalçin li ser daxwaza Tirkî ji aliyê Înterpolê ve hatiye girtin. Çapemeniya Swêdê bi berfirehî behsa girtinê dike û rexne li Swêdê têne kirin ku ew sist tev geriyaye. 

Hevjîna Hamza Yalçin piştî hevdîtine duh got tiştekî berbiçav jê re nehatiye gotin. Tenê behsa pêvajoya heyî jê re hatiye kirin.

– Tu hêviya ku aha niha wê vê bikin bi min re çênebû. Behs kirin ku ew ji destpêkê ve di danûstandinê de ne, elaqedar in.

Ji xeyrî Hamza Yalçin welatiyekî Swêdê yê din Ali Ghavani jî ev meh û nîve li Tirkî hatiye girtin.

Patrik Nilsson, ji Wezareta Derve ya Swêdê dibêje bila gumana kesî nebe ku em pir cidî li van girtinan dinêrin û tişta ji destê wan tê ew dikin.

– Heta niha du caran me serdana Hamza Yalçin li girtîgehê kiriye. Karmendên Wezareta Derve yên li Stenbol û Ankara bi meselê ve elaqedar in û li vir jî me pêwendî bi nûnerê Tirkî yên Stockholmê re daniye.

Tirkî Hamza Yalçin weke rêberê rêxistineke çep dide nîşandan û dibêje wî sûcê terorê kiriye. Li Tirkî du cezayên muebedê lê hene û ji Spanya dixwaze ku wî radestî Tirkî bike. Loma navê Yalçin xistine lîsteya Interpolê de û bi vê riyê ew hatiye girtin.

Patrik Nilsson, ji Wezareta Derve dide zanîn ku di asta Yekîtiya Ewrûpa de û bi taybetî bi Almanya re derheqê hewlesteke hevbeş a hemberî Tirkiyê ew di nav hewldanan de ne. Û xuya ye beşek ji vê danûstandina di asta bilind de li ser Interpolê ye.

– Rêziknameya Interpolê pir eşkere ye. Ji bo hedefên siyasî nabe ku Interpol were bi kar anîn. Weke dewleteke endam nabe ku ew bi xerabî were bi kar anîn.

Li ser pirsa me ya bê gelo di meseleya Hamza Yalçin de Tirkî Interpolê sûîstîmal dike, Nilsson dibêje eger bingeheke giliyê Tirkî heye gereke ew delîlan pêşkêş bike, lê Tirkî heta niha bersivek nedaye wan, loma dibêje ew bêhtir bi Spanya re di nav danûstandinan de ne û wezîra derve Margot Wallström bi xwe jî bi hempîşeyê xwe yê spanî re li ser girtina Yalçin axiviye.

Digel van hewldanên wezareta derve û hevdîtina duh jî hevjîna Yalçin, Seda dibêje fikar û tirsa ku Hamza Yalçin teslîmî Tirkî were kirin ji holê ranebûye.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".