Magdalena Andersson presenterar prognosen
Wezîra Aboriyê Magdalena Andersson Wêne: Anders Wiklund/TT
Magdalena Andersson:

”Aboriya Swêdê pir xurt e”

Rapora budçeyê hate pêşkêş kirin
1:19 min

Îro hikûmet li Harpsund li hev civiya û Magdalena Andersson rapora şert û pêşniyazên budçeya sala bê eşkere kir. Û Andersson wêneyekî geş ê Swêdê raxiste ber çavan

Aboriya Swêdê pir xurt e. Geşebûn bilind dibe, bêkarî kêm dibe. Jêzêdeyî bêhtir dibe. Ev hêz wê tesîra xwe bide herkesî û ji hêleke din ve em ê deynê dewletê bidin. Em ê giraniyê bidine peydakirina bêhtir kar, jîngehê û ewlekariyeke baştir.

Bi van pêşniyazan re hikûmet hêvî dike ku sala were bêkarî dakeve ji %5.9. 

Berdevkê aboriyê yê Moderatan Ulf Kristersson rapora wezîra aboriyê rexne kir û got ji bo nûhatî bikaribin bikevine bazara kar de tu pêşniyazên berbiçav tê de nînin.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".