Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Anna Kinberg Batra
Anna Kinberg Batra Wêne: Jessica Gow/TT
Anna Kinberg Batra:

”Ez diçim, lê problem dimînin!“

Seroka Moderatan îstifa kir.
3:09 min

Di vê dema dawî de Moderatan zextên xurt li seroka xwe Anna Kinberg Batra dikirin ku ew îstifa bike. Û Batra îro ragihand ku ew îstifaya xwe dide.

– Ji bo ku ez karibim heta hikûmeteke nû ya piştî hilbijartinê serokatiya partiyê bikim divê şert û merc hebin. Bi min ev şert îro nînin. Lewra min serokê komîteya rawêj agahdar kiriye ku ez dev ji serokatiya partiyê diberdim. Ez ê îro herwiha ji rêvebiriya Moderatan re pêşniyazê bikim ku civîneke awarte were lidarxistin, da ku şûngirê min were hilbijartin.

Anna Kinberg Batra ji destpêka 2015ê ve serokatiya Moderatan dikir. Lê ji wextê ku ew bûye seroka partiyê ve desteka ji bo partiyê her ku diçe kêmtir dibe û li gor lêkolînên raya giştî Moderat vêga ne partiya herî mezin a duyem e.

Bi taybetî di vê heftiya dawî de gelek yekîtiyên herî girîng ên Moderatan daxwaza îstifaya Batra dikirin. Yanzdeh herêmên Moderat û Federasyona Ciwanên Moderat dabûne zanîn ku baweriya wan bi Anna Kinberg Batra weke serok nemaye û ew îstifaya wê dixwazin. Yanî eger Batra îstifaya xwe nedaba wan dikarîbûn ji bo îstifaya wê banga kongreyeke awarte bikira.

Loma Anna Kinberg Batra ku heta berya du rojan digot ew îstifa nade îro ragihand ku şevê din wê biryara xwe daye ku ew nikare wiha dewam bike û rexneyên tûj li partiya xwe kirin.

– Gelek moderat îro di şûna ku wextê xwe bidine siyasetê bi karên ku zerarê didine xwe re mijûl in. Ji dêvla ku behsa siyasetê bikin, seba hev dikin. 
 
- Û bi îstifaya min re pirsgirêkên Moderatan hal nabin. Berovajî, ew bi hatina min re ji nişkê ve derneketine holê. E

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".