Abdulbaghi Ahmed barn flyktingar
Abdulbaqî Ahmed ev derdorê 30 salî ye li ser psîkolojiya zarok û gêncan lêkolînan dike. Wêne: Privat.
Xebatên pisîkolojiya zarokan

Lêkolerê kurd berendamê xelata Wallenberg e.

Xelata Wallenberg a salê tê dayin.
4:12 min

Roja yekşemê xelata Raoul Wallenberg tê dayin. Û ji bo cara duyem ev xelat dikare here ji kesayetiyek kurdê Swêdê re. Yek ji berendamên îsal Abdulbaghi Ahmad e.

Her sal di 27ê tebaxê de roja Raoul Wallenberg tê pîroz kirin. Û ji 2013ê ve jî Akademiya Raoul Wallenberg xelatekê dide kesekî li Swêdê ku ji bo mirovahiyê karek bêhempa kiriye.

Îsal ji bo wergirtia xelatê pênc berendam hene. Yek ji wan lêkolerê nojdariya derûniya zarok û gêncan li Zanîngeha Uppsala Abdulbaghi Ahmad e. Wextê em li Ahmad geriyan ew li başûrê Kurdistanê bû, lewra derheqê xebata wî û berendamtiya xelata Wallenberg ji bo ku ew li Kurdistanê bû me hevpeyvîneke li ser telefonê pê re kir.

Abdulbaghi Ahmad di nav kurdan de bêhtir weke Abdulbaghi Mayî tê nas kirin. Ew nojdarê saxlemiya derûniya zarok û gêncan e. Li Zanîngeha Uppsala ew profesorê pêwendîder e. Ji 2001ê ve bi însîyatîfa wî li Zanîngeha Duhokê ya li başûrê Kurdistanê beşa saxlemî û parastina derûnî a zarok û gêncan hatiye vekirin. Û di bin Saxlemxaneya Metîn de lêkolînên wan ên li başûrê Kurdistanê berdewam in. 

Xelata Roul Wallenberg bêhtir xwedî nirxeke manewî ye, lê 100 000 kron alîkariya madî jî tê dayin. Abdulbaghi Ahmed dibêje eger ew xelatê bistînin wê vê alîkariya madî jî ji bo projeya li Kurdistanê bi kar bînin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".