Migrationsverket.
Wêne: Adam Wrafter/SvD/TT

Mafê rûniştina li Swêdê ji bo gelekan dirêjtir dibe

Îqameyên wan li ser du salan dirêj dibin
1:20 min

Dora 5100 kes li Swêdê serî li dirêjkirina îqameya xwe ya demkî dane. Li gor rojnameya Svenska Dagbladet, ta nuha li nêzîkî mafê 370 kesan hatiye nerîn û piraniya wan, ji deh kesan heşt, mafê rûniştina wan dirêjtir bûye.

Ev derbarê wan kesan e yên ji ber parastin û sitarê mafê rûniştinê li Swêdê wergirtine, piraniya wan jî ji Sûriyê û Êrîteriyayê ne.

Linn Nilsson, berpirsa çapemenî li dezgeha koçê, Migrationsverket, ji rojnameya Svenska Dagbladet re dibêje eger ew kesana hîna bi pêwîstiya parastin û sitarê ne wê demê mafê rûniştina wan ya demkî ser du salên din jî dirêjtir dibe.

Qanûna demkî ya penaberiyê ya ku parlaman par biriyar li ser da berdewam e ta meha heftan 2019. Her ev îqameyên nuha têne dirêjkirin jî ta wê demê berdewam in.

Nêzîka 30 000 penaber li gor vê qanûnê mafê rûniştina demkî li Swêdê wergirtine. Di 20 meha heştan ya vê salê de dema ew îqameyên demkî yên pêşîn derbas dibûn û ji ber wê jî gelek kes serî li dirêjkirina mafê rûniştina xwe ya demkî li ba dezgeha koçê dan.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".