Emma Lennartsson, Nils Vikmång, Transportstyrelsen
Emma Lennartsson îstifa kir, Nils Vikmång kete dewsa wê. Wêne: Kommunal, TT, Regeringskansliet.

Hetîketiya Rêvebiriya Veguhastinê bû sebeba îstifayeke nû

Vikmång kete şûna Lennartsson de.
2:41 min

Hevkara herî nêzîk a serokwezîr Stefan Löfven sekretera dewletê Emma Lennartsson îstifa kir. Sekreterê nû yê dewletê Nils Vikmång e.

Emma Lennartsson berya niha îdia kiribû ku ew di kanûna 2016ê de bi bûyerên Rêvebiriya Veguhastinê hesiyaye. Niha ew li xwe mikur tê ku berya hingî polîsê îstixbaratê du caran agahiyên berfireh li ser Rêvebiriya Veguhastinê dane. Yek ji van civînên ku tê de ew hatiye agahdar kirin di destpêka 2016ê de ango deh mehan berya îdiaya wê ya berê bûye. 

Derheqê mijarê de niha Lennartsson ji Dagens Nyheterê re dibêje di wan civînên hatine kirin de wê cidiyeta meselê fam nekiriye û dibêje ”min xeletî kiriye”. 

Li ser îstfaya Lennartsson serokwezîr Stefan Löfven nameyek ji TT re şiyandiye û dibêje ”Emma Lennartsson sekretereke dewletê ya pir jêhatî ye lê daye zanîn ku wê xeletî kiriye. Loma wê biryar daye ku dev ji karê xwe berde û rêza min ji vê biryara wê re heye.” 

Îro bi daxuyeniyeke çapemeniyê hikûmet radigihîne ku ew Nils Vikmång tîne şûna Emma Lennartsson.

Meqamê Rêvebiriya Veguhastinê (Transportstyrelsen) xwediyê databasek pir berfireh e. Zanyariyên li ser rê, pir û binesaziya Swêdê, wesayitên eskerî û polîs jî di nav de hemû wesayitên Swêdê li wir qeydkirinê. Ev beşê ragihadina teknolojiyê di 2015ê de dewrûi şîrketa IBM hatibû kirin û kete destê kesên li rojhilatê Ewrûpa ku nehatibûne kontrol kirin. Lêkolînek hatibû vekirin û tê de hatibû destnîşan kirin ku bi dewrkirinê re qanûn hatiye binpê kirin.  

Ji ber skandala li Rêvebiriya Veguhastinê berya niha hem wezîrê hundir Anders Ygeman û hem jî wezîra binesaziyê Anna Johansson dev ji karên xwe berdabûn. Xetera ku wezîrê parastinê Peter Hultqvist jî mecbûrê îstifayê bibe heye. 

Berpirsê siyaseta parasatinê yê Modearatan, Hans Wallmark dibêje çember gihaye ber deriyê serokwezîr û gereke ew bersivê bide bê haya wî ji çi hebû, bê ew kengî pê hesiyaye û çi tedbîr girtine?

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".