Bostad sökes
Wêne: Grafik: Maksim Goobar

Kirêya destê duyem duqat e

Xaniyê bi 5000 dide bi 13000 kron.
1:44 min

Kirêya xaniyên destê duyem duqat heta carna sêqat bihatir e. Ev encama lêkolîneke Radyoya Swêdê ye.

Ev kesê ku P4 Stockholm pê re şitexiliye dibêje ji ber ku ji wî nedihat ew di xaniyê xwe de bimîne ew wî dide bi kirê.

Kirêya xaniyê wî normal 4-5000 in lê ew 13 000 distîne, lê dibêje ji bo ku mesrefa xênî tev derkeve û ew xwe biqedîne van pereyan distîne. 

Eger mirov di xaniyekî kirê de be û bixwaze wî xanî bide bi kirê heqê mirov e kirêya normal, mesrefa kargêriyê weke heqê ceyran û înternetê bistîne. Ku xanî raxistî be %10-15 mirov dikare bavêje ser.

Lê ji lêkolîna kanalên Radyoya Swêdê P4 û P5 Stockholm diyar dibe ku gelek kes kirêyek gelekî bilindtir distînin û ev yek neqanûnî ye.

Kirêyên ji destê duyem di zik hev de duqat ji yên destê yekem bilindtir e.

Cudahiya herî mezin li herêma Botkyrka ya Stockholmê xuya dike. Li gor serokê komeleya kirêdarên Botkyrka-Salem Kim Lindholm sebebê vê yekê ew e ku kirêya li Botkyrka insanî ye, yanî ne zêde bilind e, lewra yên ku didin destê duyem dikarin peryekî zêde bavêjine ser.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".