Serkwezîrê Swêdê Stefan Löfven.
Wêne: Vilhelm Stokstad/TT

Çendîn dezgeh ji Stockholmê têne barkirin

”Perspektîva me temamê Swêd e”
2:18 min

Hikûmet wê heft dezgehên hikûmetê ji Stockholmê bar bike herêmên din. Bi tevahî derbarê 350 ta 400 derfetên karî ne.

Serokwezîrê Stefan Löfven û wezîrê pirsên medeniyetê Ardalan Shekarabi di seredana xwe de li bajarê Katrineholm îro civîneke çapemenî li dar xistin tê de pêşniyaza barkirina van dezgehan bi temamî yan beşên ji wan pêşkêş kirin.

-Stefan Löfven di civîna çapemenî de got ku ev dawiya wê meyla demdirêj ya navendî kirina bo Stockholmê ye.

Derbarê barkirina van dezgehan û hêzên karî, Shekarabi got ku me xwe ji xibretên berê fêr kiriye. Me hewil daye em binerin bê kîjan dezgeh yên munasib in û kîjan herêm karin wan bihewînin.

Em pêwîstiya bihêzkirina amadebûna hikûmetê dibînin bi mebesta parastina şeriyet û qanûnê.     

Wê ev dezgeh bi temamî yan jî tenê beşin ji wan ji Stockhomê bêne barkirin:

Dezgeha emniyekta tîrêjan, Strålsäkerhetsmyndigheten, wê li Kalmarê be.

Sekretariyata lêkolînkirinê ya Polarê, Polarforskningssekretariatet, wê bar bike Luleå.

Dezgeha ji bo analîzên çandî, Myndigheten för kulturanalys, wê bar bike Göteborg.

Beşin ji Encûmena ji bo fonên civakî yên ewrûpayî li Swêdê, Svenska ESF rådet, wê bar bike Gävle.

Encûmena zanîngeh û unîversîteyan, Universitets och högskolerådet, wê li Visby be.

Beşin ji dezgeha mezinbûnê, Tillväxtverket, wê li Östersund be.

Dezgeha ji bo ciwan û pirsên civakî, Myndigheten för ungdoms och civilsamhällsfrågor, wê bar bike Växjö.  

Aliyê opozisyonê bi erênî li guherîna ciyên van dezgehan dinere lê rexnegirên wê ne ku derbarê kêm hejmara derfetên karî ne.

Beriya nuha hikûmet sê dezgeh ji Stockholmê bar kirine. Dezgeha tendirustiyê ya dîjîtal bo Karlmarê hate barkirin, çavdêriya simsariya avahiyan bo Karlstadê û dezgeha qanûna malbatê û piştgîriya dêûbavîtiyê bo Skellefteå hate barkirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".