Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
.

Parlamentera YE daxwaza alîkariya Yalcin dike

Wikström: ”Ev nebiserketineke siyasî ya mezin e”
1:16 min

Endama parlamana Yekîtiya Ewrûpayê ya swêdî, Cecilia Wikström, ji partiya Lîberalan ji komîsyona YE daxwaz dike ku karekî bike ji bo serbestberdana nivîskar û rexnegirê Erdogan Hamza Yalcin ji zindanê li Barselonayê.

Çend hevkarên Wikström ji welatên din li gel daxwaza wê ne. Ew dixwazin zanibin bê komîsiyona YE çi karî dike ji bo ku hemwelatiyên swêdî karibin bi serbestî di Ewrûpayê de bigerin bêyî ku bêne girtin li ser daxwaza Turkiyê.

Hamza Yalcin hem hemwelatiyê Turkiyê û hem jî yê Swêdê ye. Ew di destpêka meha heştan de li Spaniyayê hate girtin piştî ku Turkiyê wî bi tawana karê terorîstî yê organisekirî sûcdar kir.

Cecilia Wikström dibêje her cara ku nivîskar yan rojnamevanek têne girtin, tenê ji ber ku qelema xwe wekî çek bikaranîye ji bo parastina mafê azadî û hemwelatîbûnê, nebiserketineke siyasî ya mezin e ji bo Swêd û YE.

Wikström herweha dibêje ji berpirsiyara me ye ku em karekî bikin da ku Yalcin yekser serbest bêne berdan.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".