Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Şertên nemaqûl koçberan mecbûrî qaçaxçiyan dike

Hat weşandin torsdag 31 augusti 2017 kl 10.38
Eritreyî nikarin bigihin malbatên xwe
(1:09 min)
Eritrea flyktingar familjeåterförening.
Wêne: Foto: Oded Balilty/TT.

Kesên ji Eritreya yên li Swêdê ku dixwazin malbata wan bigihe wan rastî gelek dijwariyan tên. Şertên ku Daîreya Koçê (Migrationsverket) dide ber wan ewqas zehmet in ku ehlên wan hewl didin bi riyên qaçax werine vira.

Rêxistina koçberan a Neteweyên Yekgirtî UNCHR çendîn caran rexne li Swêdê kiriye ku Swêd şertên nemaqûl dide ber koçberên ji Eritreya. Şertê Swêdê ev e; Eger kesekî li vir mafê rûniştinê standibe ehlên wan ên nêzîk dikarin werine vira, lê divê paseporta wan ya Eritreyî hebe. Lê piraniya koçberên erîtreyî li welatê cîran Etopya dimînin û bê paseport in. Ji bo ku paseportê bistînin ew gelek caran serî li qaçaxçiyan didin. 

Yohannes li Swêdê mafê rûniştinê standiye û heqê wî heye malbata xwe bîne vira. Lê ew dibêje jin û zarokên wî ku bi vê mebestê dixwestin xwe bigihînin Sudanê bi rê de hatine girtin.  

– Deh rojan ew di destê qaçaxçiyan de girtî man û ez gelekî tirsiyam. Aqil di serê wan de nîne. Mirov nizane çi bi wan dikin. Tecawizî hin jinan dikin û wan difiroşin Liybya.

Daîreya Koçê (Migrationsverket) qebûl dike ku şertên wiha bêîmkan gereke nedine pêşiya penaberan. Û eger sefareta Swêdê ev şert dabe pêş ew nemaqûl e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".