.
Wêne: Anders Wiklund/TT

Endamên dadgehê bûne sûçdar

Birêveberiya hiqûqî
0:56 min

Sê endamên desteya dadgehê bi tuhmeta şaşiya di demê karî de ji karên xwe hatine dûrxistin.

Wan hersêyan di meha pênc ya îsal de pev re biryarek di derheqê du kesên jin û mêr yên kal dan. Li gor wê biryarê wan herdu jin û mêrên ji Yûnanê yên nexweş mafê mana li Swêdê stand. Bi dîtina wan hersêyan vegerandina wan herdu yûnaniyan bo welatê wan li dijî peymaneke Neteweyên Yekgirtî ye (UN).

Lê li gor hiqûqzanê ku bi wan re bû biryareka ji wî rengî dê li dijî qanûna swêdî be, tevî wê jî û ji ber ku endamên desteya dadgehê sê kes bûn û piranî bûn, wan ew biryar stand.

Birêveberiya hiqûqî li Swêdê di meha heft de hersê endamên desteya dadgehê ji ber lêkolîna dihêt kirin, ji karê wan dûrxistin.

Ev dikare cara yekê be ku lêkolîn li ser pirsgirêkeke ji vî rengî li Swêdê dihê kirin û ne diyar e bê ka dê çi biryarek di derheqê wan hersêyan de derbikeve.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".