Ulf Kristersson
Wêne: Lars Pehrson/SvD/TT

Ulf Kristersson dixwaze bibe serokê Moderatan

Namzedek bo serokatiya Moderatan
1:08 min

Ulf kristersson ku niha axiftinkerê aborî-siyasî yê partiya Moderatan e, xwe ji bo serokatiya Moderatan namzed dike.

Wî îro, berî çendekê di Facebooka xwe de nivîsî ku ew bi komîsyona hilbijartinên partiyê re jî axiviye ku ew her ji niha xwe bo serokatiya moderatan namzed dike.

Tevî ku Ulf Kristersson di serdemê seroka îstîfakirî Anna Kinberg de, di birêvebriya partiyê de bû, lê liqên Moderatan yên çar wîlayetan ew ji bo serokatiyê namzed kiriye û ew jî dalarna, Västerbotten, Norrbotten û Södermanland.

12 meh ji bo hilbijartinên parlamanetoya swêdê mane û Kristersson di facebooka xwe dinivîse ku ew amade ye serkêşeiya Moderatan bo serkeftinê di hilbijartinên sala 2018 de bike û hikûmeteke nû ava bike.  

Seroka Moderata ya niha Anna Kinberg ji ber rexneyên dijwar yên li dijî wê di nava partiya wê bi xwe de, di 25 meha heşt de devberdana xwe ji serokatiya Moderatan ragihand.

Ne diyar e ka dê çend namzed bo serokatiya partiya Moderatan hebin, lê dê di yekê meha deh de, di komcivîneke Moderatan de, serokek nû bihê hilbijartin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".