.
Wêne: Emil Langvad/TT

Wezareta derve ji bo berdana Hamza Yalcin dixebite

Dixwazin tesirê bikin
1:06 min

Wezîra derve ya Swêdê Margot Wallström dibêje ku hikûmeta Swêdê di warê rojnamevanê swêdî-tirkî Hamza Yalcin de ku li ser daxwaza Tikiyê li Spanyayê di girtîgehê de ye, di xebateke ciddî de ye.

Bê ku Wallström bikeve nav hûrgiliyên vê xebatê ew dibêje ku ew bi rengên cor bi cor kar dikin bo ku tesîra xwe di vê pirsê de bikin.

Lars Adaktusson ji partiya demokratên mesîhî (Krisdemokraterna) ku endamê Parlamentoya Ewrupayê ye rexneyê li helwêsta sar ya wezareta derve ya Swêdê di pirsa Hamza Yalcîn de dike û dixwaze ku ew bi awayekê zelaltir di vê pirsê de reftarê bike û daxwaza berdana Hamza Yalcin bike.

Bodil Valero ji partiya jîngehê (Miljöpartiet) û endama Parlamentoya Ewrupayê dibêje ku wezareta derve niha bizaveke mezin dike, lê rexneya wê ew e ku wezareta derve di vê pirsê de dereng hate ser xetî.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".