.
Wêne: DRAGO PRVULOVIC / TT

Sîstema polîsê danmarkî ji wezîrê dadê re balkêş e

Herêmên kontrolkirinê
1:27 min

Di nîvsala derbasbûyî de 25 kes bi gulleyan li seranserî Swêdê hatine kuştin.

Ev hejmara mezin jî weha dike ku bala wezîrê dadê yê Swêdê Morgan Johansson bikeve ser sîstema polîsê danmarkî ya herêmên kontrolkirinê. Ev jî bi mebesta kontorlkirina rêyên bidestxistina çekan û rêgirtinê li ber belavbûna wan.

Polîsê danmarkî ji sala 2004ê û virde mafê wê heye ku kontrolên demkî bikin, yanî dikarin li deverekê, bê sedemên şikbirinê û ji nişkan ve, ji bo geriyana li dû çekan, xelkî rabiwestînin û teftîş bikin. Wan ev sîstem li havînê li du deverên Kopenhagenê bi kar îna.

 Li gor zanyariyên ku beşê nûçeyan yê televîzyona swêdî (SVT) ji polîsê swêdî bi dest xistine, ji meha yek ya îsal û heta meha heft 178 gulleberdan li seranserî Swêdê hatine kirin. Encama wê jî 25 kuştî û 73 birîndarbûne.

Wezîrê dadê Morgan Johansson dixwaze ji nêzîk ve li tecrubeya sîstema danmarkî mêze bike û bizanibe ka ew bi çi awayî ye.

Lê rexneyên li ser wê sîstema danmarkî ew e ku ew mayê xwe di integrîteya taybet ya kesan de dike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".