Nyhetspresentatör, Nordkorea, Sydkorea
Li Koreya Bakur xelk nûçeyên Koreya Bakur dişopîne. Wêne: Ahn Young-joon / TT

Swêd Koreya Bakur şermezar dike

Wallström: Divê mirov aqilselîm tev bigere
3:17 min

Duh Koreya Bakur ceribandina xwe ya herî mezin a çekên nukleerî kir. Ji ber ceribandinê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekgirtî îro civîneke awarte li dar dixe û Wezîra Derve ya Swêdê Margot Wallström ceribandinê şermezar dike.

– Swêd ceribandina Koreya Bakur a çekên nukleerî bi tundî şermezar dike. Ev gav li hemberî hejmarek peymanên navneteweyî ye. Ev rewşa li herêma aloz xerabtir û talûketir dike.

Koreya Bakur tenha dewlet e ku halê hazir ceribandinên nukleerî dike. Ceribandina roja yekşemê ceribandina şeşê ya Koreya Bakur bû û ya herî bihêz bû. Koreya Bakur ragihand ku ceribandin serkeftî derbas bûye. 

Di serî de cîranên wê Japonya û Koreya Başûr, ceribandin ji aliyê hema hema tevahiya cîhanê ve tê şermezar kirin. Çînê jî, ku hem cîranê Koreya Bakur e û hem jî piraniya bazirganiya Koreya Bakur bi wê re tê kirin ceribandin şermezar kir. 

Li gor Jan Hallenberg, ji Enstîtuya Siyaseta Derve (UI) Koreya Bakur hesabê nerazîbûnên cîhanê kiriye, lê ji bo çavtirsandina bi taybetî Amerîka dîsa jî van ceribandinan dike.

Serokên Koreya Bakur û Amerîka hevûdin bi şer tehdît kirine û Jan Hallenberg dibêje bi vê ceribandinê re şer gavekê nêzîktir bûye, lê heta ku şerek derbikeve hêj gelek gavên werine avêtin mane.

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekgirtî îro li hev dicive û wê gotûbêj bike bê ew li hemberî vê ceribandinê çi helwestê bigrin. Swêd jî hale hazir di Konseya Ewlekariyê de ye û Wezîra Derve Margot Wallström dibêje mudaxeleyeke eskerî weke çare nayê dîtin.

– Çend dewlet dikarin daxwaza jidandina tedbîrên aboriyê bikin û em ji vê yekê re vekirîne. Tedbîrên berî niha tam nehatine cîbicîkirin û em dikarin nîqaş bikin bê mirov çawa dikare tesîra wan xurttir bike. Lê em yekfikir in ku di vir de çareyeke eskerî nine. Gelek girîng e ku mirov niha aqilselîm tev bigere û em bi danûstandin û zimanê dîplomasiyê riyeke aştiyane ya ber bi pêş de bibînin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".