Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Lêkolîneke berfireh li navendên zarokanînê tê kirin

”Ez ber xwe ketim ku ji ber min karmend bêşîv mabûn”
2:19 min
Sara Viklund berättar hur hon skämdes när barnmorskan som förlöste henne inte hann med middag
Gava kurê Sara Viklund çêbû hemşîre bêxwarin man. Wêne: Lotta Myhrén/SR

Navendên ku zarok li wan çêdibin gereke werine baştir kirin. Ev daxwaza şaredarî û meclîsên parêzgehên Swêdê (SKL) e ku derheqê navendên zarokanînê de lêkolîneke berfireh dike.

SKL wê ji bo vê lêkolînê bi nexweş, karmend û parêzgehan re di têkiliyê de be, da ku binêre bê rewşa lênerîn û guhpêdana yên bihemil li herêmên cuda çawa ye. Eva Estling koordînatora SKL e.

– Em dixwazin perspektîveke neteweyî werbigrin û binêrin bê li herêmên cuda rewş çawa ye. Û bi vî awayî gelek tiştan ji hev fêr bibin.

Di navbera dever û herêman de cudahiyên mezin hene. Ji raporên berê diyar bûye ku gelek pîrik û hemşîre dikevine streseke mezin de. Sara Viklund behsa çêbûna zaroka xwe dike.

– Wextê kurê min çêbû û hertişt xelas ew ê biçin da xwarin bixwin, ji ber ku heta hingî ew negiha bûn. Ez gelekî ber xwe ketim ji ber ku ez bûbûm sebeba ku ev insanên hêja bêşîv mabûn. Erê, ne gunehê min bû, lê dîsa jî min şerm kir.

Ev cara yekê ye pêşdariyeke wiha berfireh tê kirin û gereke rapor heta serê salê temam bûbe. Piştre karê cîbicîkirina guhertinan dikeve dewrê de. Eva Estling dibêje hedefa wan bi vê lêkolînê ew e ku nexweş xwe di rewşeke ewletir de bibînin, zerarên bi welidandinê re kêmtir bibin û karmend bixwazibin bi berdewamî di îşê xwe de bimînin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".