En man och skotthål i ett fönster.
Polîs û krîmînolog Amir Rostami. Wêne: Bertil Ericson/TT och Johan Nilsson/TT.
Lêkolîn

Li Swêd pênc caran li Norvêc çek têne bikaranîn

Gelek bûyerên şidetê nayêne zelal kirin.
2:33 min

Wextê mirov bi Norvêc û Almanya re dide ber hev li Swêdê pênc qatî van dewletan çek têne bi kar anîn ku mirov bi wan têne kuştin. Ev encama lêkolîneke nû ya berfireh e.

Bikaranîna çekan û li hev reşandin herî zêde li her sê bajarên mezin ên Swêdê, Stockholm, Göteborg û Malmö dibe. Ji van her sê bajaran jî ciyê ku herî zêde mirov xelk têne birîndar kirin an jî kuştin Malmö ye.

Carê şideta bi çek bêhtir di nav grûpên motorsiklêta de dihate dîtin, niha ew derbasî derdora bajarên mezin bûye. Ferqeke din bi berê re ew e ku carê yên ku çek bi kar tanîn temenê wan mezin bû, niha her ku diçe ev temen jî dadikeve jêr û êdî gelek ciwanên temenbiçûk di nav van bûyeran de cî digrin.

Amir Rostami polîs û krîmonolog e dibêje tu rohnîkirinên wan yên zelal nînin lê dîsa jî hin meylên balkêş ew dibînin:

Temenê endamên çeteyan çiqas biçûk be bikaranîna şidetê ewqas zêdetir dibe.
Sedemeke din dikare ew be ku gelek bûyerên şidetê nayêne zelal kirin. Yanî gumanbar nayêne girtin. Li Almanya û Finalnda ji %90 kesên ku xelkê dikujin an jî birîndar dikin têne girtin. Li seranserê Swêdê ev rêje ji %50 e û li bajarên mezin %25 e, ango tenê ji çaran yek zelal dibe.

Amir Rostami dibêje li dewletên ku teqandin û guleberdan lê kêm in tê dîtin ku piraniya bûyeran têne zelal kirin, gumanbar têne girtin.

Îcar di rewşeke wiha de mirov çawa bike? Ji bo ku Swêd bikaribe pêşiya van bûyeran bigire dikare çi bike? Li gor Amir Rostami Swêd dikare cezayê çekhilgirtinê girantir bike, meqamên resmî weke polîs û lêkoler hevkariya hev bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".