Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Şefê polîsê neteweyî biryarname binpê kiriye

Hat weşandin onsdag 6 september 2017 kl 09.43
Dan Eliasson heta niha bêdeng e.
(2:42 min)
Dan Eliasson
Şefê polîsê neteweyî Dan Eliasson Wêne: Emma-Sofia Olsson/SvD/TT

Şefê polîsê neteweyî Dan Eliasson zanyariyên hesas ên veşartî dane şîrketeke şexsî û bi vî awayî biryarnameya hikûmetê binpê kiriye. Loma niha ew pêrgî rexneyên tûj tê.

Pia Gruvö, ji îstixbarata eskeriyê MUST dibêje heqê şefê polîsan nîne vê biryarnameyê binpê bike û nemimkun e ku wî ev şaş fam kiribe. 

Sîstema polîs a bi navê Palasso, ku tê de agahiyên şexsî û meaşê polîs tê nivîsandin weke dilê xebata polîs tê nas kirin. Di vê sîstemê de hemû agahiyên karmendan, zarok û ehlên polîsan qeydkirî ne. Li wir tê nivîsandin bê polîs çûne kûderê, çi wextan li ku kar dikin çi wesf û merîtên wan hene. Yanî yê ku bikaribe bikeve vê sîstemê de dikare zanyariyên berfireh derheqê polîsan de bi dest bixe. 

Ji ber vê hesasiyetê Hêza Parastinê biryar daye ku gereke ev zanyarî gava têne şiyandin werine krîpte kirin da kesên bêselahiyet nikaribin wê bi dest bixin an jî jê fam bikin. Niha Radyoya Swêdê derdixe holê ku ji bo ku mesref kêmtir bibe şefê polîsan Dan Eliasson ev biryarname binpê kiriye, wî biryar daye zanyarî bêyî krîptekirinê werine şiyandin. 

Dan Eliasson heta niha derheqê nûçeyê de tiştek negotiye, polîs bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandiye ku qanûn nehatiye binpê kirin. Derheqê agahiyan de gereke îro wezareta hundir bi nûnerên polîs re bicivin. Û partiyên siyasî bi van agahiyên nû re rexneyên tûj li şefê polîsan û hikûmetê dikin.

Serokê desteya hiqûqî, Tomas Tobé yê Moderat dibêje:

– Em behsa zanyariyên hesas ên li ser polîsan û malbatên wan dikin. Ev nimûneyeke din e bê hikûmet û dezgehên wê van zanyariyan çawa bi kar tînin.

Serokê Liberalan, Jan Björklund jî dibêje gereke qanûn neyêne binpê kirin û nexasim şefê polîsan nabe vê yekê bike. Seroka Demokratên Xiristiyan dibêje polîs hêjayî muameleyeke baştir e û serokê Partiya Çep Jonas Sjöstedt jî dibêje:

– Kesekî ku qanûnan binpê dike nikare serokatiya polîsan bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".