Dalkurdsupportrar Superettans tabell
Navbera herdu taximên li pêş û taximê sêyem 8 pûan in. Wêne: Sveriges Radio

Dalkurd nêzîkî pîrozbahiya mezin e

Dalkurd serkêşiya lîga Superettan dike
1:11 min

Duh Dalkurd bi Helsingborg re lîst. Heta saniyeyên dawiyê jî Dalkurd 2-1 li pêş bû, lê maç 2-2 qediya. Bes dîsa jî Dalkurd di lîga Superettan de li pêş e û gelekî nêzîkî pîrozbahiya mezin bûye.

Du taximên sereke yên lîga Superettan wê derbasî lîga herî bilind a Swêdê Allsvenskan bibin. Halê hazir pûanên Dalkurd û Brommapojkarna bi qasî hev in. Di navbera van herdu taximan û taximê sêyem, Trelleborg de 8 pûan hene. 

Ji temambûna sezona futbloê ya salê re 8 maç mane û herçend hêj bi temamî mirov nikare garantiyeke mutleq bide jî îmkana ku Dalkurd derbasî Allsvenskan bibe gelekî gelekî mezin e. Û eger ew derbas bibe, ev wê bibe cara yekem ku taximekî bi etîketa kurd derbasî lîga herî bilind a dewletekê dibe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".