Mûdîrê giştî yê Nordeayê Casper von Koskull.
Wêne: VESA MOILANEN
Nordea:

”Em dixwazin derbasî yekîtiya bankeyan bibin”

Wezîra darayî:"Ez vê biriyarê mixabin dibînim"
3:23 min

Bankeya mezin ya Nordea ofîsa xwe ya sereke bar dike Fînlandayê. Birêvebiriya bankeyê îro ev biriyar di civîneke çapemenî li Helsîngfors ragihand.

Mûdîrê giştî yê Nordea Casper von Konsull dibêje hoyeke mezin ji vê biriyarê re ew bû ku em dixwazin ev bank wekî bankeyeke dirust be:

-Me çar bazar hene û em li pêş in di van her çar bazaran de, ev jî me behempa dike. Di van salên dawî de me gavên mezin bi pêş ve avêtine da ku em bankeya xwe bikin bankeya Nordea.

Rastiya ku Fînlanda di yekîtiya bankeyan ya Yekîtiya Ewrûpayê de ye ji Nordea re bû hoy û sebebeke biriyardar:

-Casper von Koskull dibêje em bar dikin yekîtiya bankeyan ji ber di wê jîngehê de em bêhtir bi pêş ve herin û biserkevin.

Derbasbûna di yekîtiya bankeyan de tê wê wateyê ku bankeya Nordea wê li jêr çavdêriya bankeya navendî ya YE be. Casper von Koskull ji Bîroya rojnameyan ya nûçeyan, TT, re dibêje ku ev biriyareke hêsan bû ji ber me karekî zêde mezin kiriye û em ji ber karê xwe serbilind in.

Piştî eşkerekirina biriyara Nordeayê çendîn yekîtiyên sendîkayan bi nêt in wekî protesto dest ji Nordeayê berdin, wekî nimûne sendîkaya Kommunal (ya karmendên şaredaiyan) û ya Transport (ya warê veguhastinê).     

-Ez ji ber biriyara barkirina Nordea bo Fînlandayê hêvîşikestî bûm, herçend ku di dilê xwe de bi wê dihesiyam ku wê vê yekê bikin lê her dîsa ez ji ber wê hêvîşikestî û dilnexweşim.Tommy Wreeth ji yekîtiya sendîkeya karkerên warê veguhastinê dibêje em dê vê pirsê di birêvebiriya LO (Konfederasyona sendîkayên karkerên Swêdê) yê de şîrove bikin.

Ya herî bêhtir sendîka aciz kirine ew e ku Nordea hikûmet bi barkirina ofîsa sereke tehdîd kir dema bi planên hikûmetê hisiyan ya derbarê bilindkirina heqê prîma di dema krîzên bankeyan de têne pêşkêşkirin.

Doh êvarî jî wezîra darayî Magdalena Andersson biriyara barkirina Nordeayê şîrove kir û got ku ez vê biriyarê mixabin dibînim:

-Mixabin e lê biriyar ya her şirketekê ye ku bi xwe ciyê ofîsa xwe ya sereke hilbijêrin.

Îro 75 % ji xebata bankeya Nordeayê li derveyî welat e û barkirina ofîsa wan ya sereke ji bo prestîj û rûmeta Swêdê lê Per Bolund, Wezîrê bazara aborî û cêgirê wezîra darayî ti xisarê di vê yekê de ji bo Swêdê nabîne û dibêje ev ji bo navûdengê bankeyên swêdî baş e:

-Per Bolund, derbarê barkirina Nordea dibêje nirxandina me ew e ku biriyara Nordeayê ti bandorê li hatiniyên bacên swêdî nake.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".