”Qîmetê paseporta swêdî zanibin!”

Qîmetê hevwelatîbûna swêdî gereke baştir were girtin, lewra divê hin guhertin werine kirin. Ji bo kesên entegre dibin şert werine hêsankirin û ji bo yên din şert werine dijwar kirin. Ev pêşniyaza Moderatan e.
Ji giregirên partiya sereke ya Moderatan Tomas Tobé û Gunnar Strömmer îro di rojnameya Dagens Nyheterê de derheqê hevwelatîbûna swêdî de rêzek pêşniyaz kirine.
Daxwazên Moderatan ev in:
Kesên ku zû entegre dibin bila sê salan zûtir bikaribin bibine hevwelatî. Lê yên ku entegre nabin, nikarin debara xwe bikin, zanîna wan a li ser ziman û civaka Swêdê kêm e bila şert li pêşiya wan werine danîn da zûbizû nikaribin bibine hevwelatî. Û yê ku bibe hevwelatî û sûcên giran bike gereke mirov bikaribe hevwelatîbûna wan paş de vekişîne.
Tê çaverêkirin ku di kongreya Moderatan a di cotmehê de bêhtir gotûbêj li ser van pêşniyazan werine kirin û ew dikarin bibin beşek ji bernameya partiyê.