Sîpan Mustafa û Huseîn Mohamed ji rojavayê Kurdistanê nuha li Västerås bo cara yekem zimanê kurdî dixwînin. Wêne: Radyoya Swêdê.
Sîpan Mustafa û Huseîn Mohamed ji rojavayê Kurdistanê nuha li Västerås bo cara yekem zimanê kurdî dixwînin. Wêne: Radyoya Swêdê.
Şagirdên ji Sûriyê û rojavayê Kurdistanê.

Li Swêdê bo cara yekem kurdî dixwînin

Mehmûd Lewendî: "Kurmanciya wan zindî ye"
8:50 min

Gelek zarok û ciwanên nû ji Sûriyê û rojavayê Kurdistanê hatine Swêdê bo cara yekem di dibistanên swêdî de dersên zimanê kurdî dixwînin.

Sîpan Mustafa yê 17 beriya sal û nîvê hate Swêdê û îro li bajarê Västerås dijî. Wî ti carî kurdî li Sûriyê nexwendibû û ji wî re derfeta fêrbûna nivîsîn û xwendina kurdiyê di perwerdeya zimanê zikmakî de kêfxweşiyeke mezin e.

Îro li temamê Swêdê derdora 6000 zarok û ciwan kurdiyê di dibistanê de dixwînin, ev li gor statîstîka daîreya dibistanan, Skolverket. Û li gor Mahmûd Lewendî, mamosteyê zimanê kurdiyê li Västerås, di van salên dawî de hejmara şagirdên ji rojavayê Kurdistanê zêdetir bûye.

Mahemûd Lewendî nêzîkî 15 salan mamostetî li Swêdê kiriye, ew dibêje piştî hatina pêla penaberên ji Sûriyê û di nav wan de gelek kurd, kurmanciya îro di dibistanan de têne bihîstin kurmanciyeke zindî ye.

Ferq û cudahiya axaftin û nivîna kurmanciyê ji bo şagirdên nû hatine ji rojavayê Kurdistanê mezin e. Lewendî dibêje erê ji bo gelekan dersên zimanê kurdî dilxweşî û kêf e, lê ew herweha rastî zehmetiyên nivîsîna bi tîpên latînî dibin.

Sîstema xwendinê li Swêdê û dersên zimanê zikmakî bo cara yekem hêvî û xewnên nû li ba Huseîn Mohamed yê 17 salî ji Dêrikê ava kiriye, ew di pêşerojê de dixwaze bibe mamosteyê zimanê kurdî da kurdan bi cîhanê bide nasîn. Sîpan Mustafa yê 17 jî hizra pêşeroja xwe li Swêdê kiriye û ji karê polîsê swêdî gelekî razî ye ji ber wê dixwaze bibe polîs. 

Sîpan dibêje polîsê Swêd bi rastî polîs e, rêzê ji milet re digire û bi awirekî wekhev li hemû kesan dinere ne wek yê sûriyê ku tenê ni nav polîs bûn û tade li milet dikir.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".