.
Wêne: DRAGO PRVULOVIC / TT

Kesên li derveyî welat ji dayik bûne bêhtir deng didin kandîdan

Abdulhakîm Alî :”Giring e mirov dengê xwe bide”
4:52 min

Dengdana ji take siyasetmedarî re bêhtir dibe di nav hilbijêrên ku li derveyî Swêdê ji dayik bûne danberhev bi kesên li Swêdê ji dayik bûne re.

Ev yeka di rapora nû ya şandeya ji bo lêkolînên derbarê koçberiyê, Delmi, de têne diyar kirin. Linda Berg bi vê lêkolînê rabûye, ew mamoste ye di warê zanistiya siyasî de li zanîngeha Göteborg.

-Berg dibêje eşkere diyar e ku ew kesên li derveyî welat ji dayik bûne bêhtir dengê xwe didin kandîdên taybet û ne partiyan danberhev bi wan kesên ku li Swêdê ji dayik bûne.

Salek maye ji hilbijartinên 2018 de û şîroveya derbarê hilbijartina partiyan û hikûmeta nû ji nuha ve germ bûye. Beşdariya hemwelatiyan û nûnerayetî di vê hilbijartinê de pirsên giring in.

Di lêkolîna nû ya Delmi de ya di nava vê heftiyê de hate pêşkêş kirin eşkere bû ku nêzîkî 90% ji wan kesên li Swêdê ji dayik bûne dengê xwe dan di hilbijartinên dawî yên parlamanê de, danberhev bi 75% re bi yên li derveyî welat ji dayik bûne.

Û ew yên li derveyî welat ji dayik bûne bêhtir dengê xwe didin kandîdên taybet. Her lêkolînên beriya nuha jî hatine amade kirin vê yekê dibêjin lê ti lêkolîn bi vî awayî berfireh nehatiye amade kirin wek ya Linda Berg çêkiriye.

Wê li lêkolînên hilbijartinên di navbera 1998 û 2014 de neriye. Di van hilbijartinan de diyar bûye ku 36 % ji kesên li derveyî welat ji dayik bûne deng dane take siyasetmedarî danberhev bi 23 % re di nav kesên ku li Swêdê ji dayik bûne.

Lê gelo hoy û sebebê wê çi ne? Linda Berg dibêje gelek awayên zelalkirina ji vê re hene lê yek ji wan ew e ku kesên li derveyî welat ji dayik bûne dengê xwe didin kandîdekî ji eslê wan, ji grûpên xwe di siyasetê de nenûnerkirî dibînin û bi vî awayî dengê xwe didin nûnerkî xwe.

-Linda Berg herweha dibêje ku imkana partiyên cuda heye ku îstîfadê û sûdê ji vê yekê bibînin. Wekî nimûne wê karibin giraniyê deynin ser kampaniyayên taybetî ji bo take siyasetmedarên partiyan. Bi vî awayî jî karin bala hilbijêran bikişînin ser partiyên xwe.

Ferq û cudahiya di navbera grûpên cuda ji wan yên li derveyî welat ji dayik bûne mezin e ji aliyê beşdariya di hilbijartinan de. Beşdariya di hilbijartin û dengdanê de herî kêm e di nav kesên li Asiya, Afrîka û welatên ewrûpayî li derveyî herêma welatên bakûrî de ji dayik bûne de.

Di hilbijartinên ji bo şaredariyan hemwelatiyên biyanî yên sê salên wan li Swêdê çê bûne û li vê derê qeydkirî bin xwedî mafê dengdanê ne.

Lê li gor vê rapora nû tenê ji sê kesan yek ji hemwelatiyên biyanî mafê xwe yê dengdanê bikartînin. 

Abdulhakîm Alî nû hatiye Swêdê ji rojavayê Kurdistanê û ew giring dibîne ku yek beşdar bibe û dengê xwe bide di hilbijartinên li Swêdê.

Ev lêkolîn dibêje jî ku meylek heye di nav kesên li derveyî welat ji dayik bûne ku dengê xwe bidin partiyên aliyê çep, meyla kesên ku li derveyî Ewrûpayê ji dayik bûne heye ku dengê xwe bidin Partiya Çep û Partiya Sosiyaldemokratan.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".