.
Wêne: Fredrik Sandberg/TT

Rexne li temrîna leşkerî dibe

Tomas Magnusson: ”Wekî gefeke li ser yên ne endam di Natoyê de”
2:52 min

Duşemê mezintirîn temrîna leşkerî li Swêdê di zêdî 20 salan de dest pê dike. Lê dengên rexnegir dibêjin ku ev temrîn nearmî û nakokiya leşekerî zêde dike.

Ev temrîna bergiriyê ya bi navê Aurora 17 wê şiyana bergiriya swêdî bi hêz bike di dema êrîşeke hember Swêdê de.

Di zêdî 20 salan de temrînek bi vê mezinahiyê li dar neketiye, derdora 20 000 kes tê de beşdar dibin. Wê beriya hertiştî li herêma Mälardalen, Stockholmê, Göteborg û li Gotlandê bêne kirin di navbera 11 ta 29 meha nehan de.

Çendîn welatên endam di Natoyê de, di nav wan de Amerîka û Fransa ji bo beşdariya di vê temrînê de hatine vexwandin. Lê ji nuha ve rêxistinên aştîxwaz bi tundî rexneyan li vê temrînê dikin.   

-Ev temrîn ji bo welatên ne endam in di Nato yê de wê wekî gefekê mezin be, ew wekî dijmîn têne diyar kirin.Tomas Magnusson, serokê beşê herêmî li Göteborg yê rêxistina aştixwaz ya swêdî, Freds och skiljedomsföreningen, dibêje ez ti berjewndiyên Swêdê nabînim ji bo zêdekirina nearamiyê di herêmê de.

Çendîn rêxistinên aştîxwaz bi hev re kampaniyayek li dijî Aurora 17 saz kirine. Wê li Göteborg xwepêşandanek li dijî wê li dar bikeve, wê herweha semîner bêne li dar xistin jî.

Hêza bergiriyê ya Swêdî zelal dike ku ev ne derbarê temrînên Natoyê ye lê ev temrîneke swêdî ye, temrîneke bergiriyê ya neteweyî ye.

Stefan Sandborg, fermanderê tîpa duyem di artêşê de, wê bi dora 3000 serbazî re ji temamê Swêdê beşdarî vê temrînê bibe. Ew ne li gel rexneyên van rêxistinan e ku ev temrîn wê bibe sebebê nakokî û nearmiya zêde di herêmê de.

-Wê herdem kesên xwedî van nerînan hebin. Nerîna min ya profesiyonel derbarê vê temrînê ew e ku em nuha giraniyê datînin ser avakirina şiyan û imkana xwe di demên êrîşeke leşkerî de.

Stefan Sandborg bi erênî li Aurora 17 dinere û derfeteke baş dibîne ji bo temrîn û rahênana hemû yekîneyên leşkerî bi hev re.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".