Arbetsförmedlingen
Wêne: Jessica Gow/TT

Perwerdeya amadeyî ya daîreya karî ne karîger e

Li gor lêkolînê ev tedbîreke giran e
1:44 min

Perwerdeya amadeyî ya daîreya karî, Arbetsförmedlingen, rastî rexneyan dibe ji aliyê saziya serbixwe ya çavdêriya karûbarên darayî yên dewletî, Riksrevisionen, ve.

Ev perwerde ji tedbîrên daîreya karî yên herî mezin û giran in. Lê li gor çavdêriyeke nû ji Riksrevisionen ku ketiye ber destê beşê nûçeyên Telefiziyona Swêdê de, ev tedbîr piraniya caran ne têr karîger û bi fêde ye.

Lêkolîn û çavdêriya Riksrevisionen diyar dike ku yên daxwaza kar dikin û di vê perwerdeya amadeyî, FUB, de beşar dibin dibin xwedî hatiniyên kêm di pêştir de danberhev bi wan re yên ku vekirî bêkar in di sîstemê de.

Grûpa mebest ya vê perwerdeyê bêkarên yên bi pêwîstiya amadeyiya ji bo bernameyeke din ya siyaseya bazara karî ne, kar ya jî xwendinê. Ew yên di vê perwerdeyê de beşdar in piraniya caran zehmetiyên bêhtir dibînin ji bo peydakirina kar danberhev bi yên normal wekî bêkar di daîreya karî de qeydkirî ne.

Ev lêkolîn diyar dike ku hatiniyên kesên beşar di pêştir de di navbera 5000 ta 15000 kron kêmtir e danberhev bi kesên bêkar re di sîstema vekirî de.

Di 2016 de dora 73 000 kes di vê perwerdeyê beşar bûn û mesrûfa kirîna vê perwerdeyê bi dora 2 milyar kron bû. Ji bo ku ev perwerde bêhtir karîger bibe, li gor lêkolîna Riksrevisionen, divê ev tedbîr bi hêz baştir bibe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".