Hans Alfredson från 1999. Foto: Sveriges Radio
Hans Alfredson 1931-2017. Wêne: Sveriges Radio

Henekbêjê swêdî Hans Alfredson wefat kir

Alfredson pirhunerî bû.
0:29 min

Hunermendê swêdî Hans Alfredson ku ji salên 1950 ve di radyo û televîzyonê de weke kesayetekî kulturî dihate nas kirin di 86 saliya xwe de wefat kir.

Alfredson çendîn roman, pîyes û stranên zarokan nivîsîne. Rejîsorî kiriye, gelek fîlm çêkirine û di gelekan de lîstiye. Hunera Alfredson ku herî zêde di nav gel de belav bûye û hatiye hezkirin henekbêjiya wî ye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".