Person på väg till banken
Piraniya caran karmendên bankê gilî dikin. Wêne: HENRIK MONTGOMERY / TT

Hejmara giliyên fînansekirina terorê zêde dibin

"Banke û saziyên fînansê êdî hişyartir in".
2:10 min

Hejmara giliyên gumana fînansekirina terorê zêde dibin. Di şeş mehên destpêkê yên îsal de 279 giliyên wiha ji polîs re çûne. Li gor par ev hejmar sêqat bûye.

Li gor qanûna Swêdê wextê şika banke, saziyên fînansekirinê û simsaran bi pereyên reş çêdibe gereke ew polîs agahdar bikin. Di raporên xwe de ew dinivîsin bê gumana wan çi ye. Yek ji gumanan fînansekirina terorê ye û giliyên di vî warî de gelekî zêde bûne. 

Di 2014ê de hejmara giliyên bi gumana fînansekirina terorê 27 bûn, par ew deh qet bû û di şeş mehên destpêkê yên îsal de ew hêj li gor par vî çaxî sêqat bûye. 

Bi baweriya polîsa maliyê Angelica Wallmark sebeb ew e ku banke û şîrket îro bêhtir hişyar in û giliyan dikin. 

Polîsê beşê maliyê şîrket agahdar kirine. Bi aktorên prîvat re em hevkariyê dikin. Bi taybetî jî bi polîsê îstixbaratê re em gelekî li ser vê pirsê radiwestin.
Wallmark bi berdewamî dibêje giliyên wiha piranî ji aliyê karmendên bankeyan ve têne kirin. Lê zêdebûna hejmara giliyan nayê wê maneyê ku pere îro zêdetir diçine ji rêxistinên terorê re. Zelalkirina dozan jî pir zehmet e. Heta niha di vî warî de tenê hukmek hatiye dayin, ew jî 12 sal kevn e. 

Ji destpêka tebaxa îsal ve qanûnên di vî warî de herwiha hatine jidandin. Li gor qanûna nû eger banke jû şîrketên din ên fînansê ji mişteriyên xwe bikevine şikê de ew mecbûr in gilî bikin. Hiqûqzana Yekîtiya Bankeyan (Bankföreningen) bawer dike ku bi demê re netîceyên vê qanûnê werine dîtin.

Bi qanûna nû re şîrketên lîstik û qumarê jî mecbûr dimînin raporê bidine polîs. Angelica Wallmark wê wext gire heta ku ew tesîrên qanûnên nû bibînin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".