Gustav Fridolin och ett klassrum med elever och lärare
Wêne: Noella Johansson, Berit Roald/TT.

Şeş mîlyar diçine ji dibistanê re

Pere di nava sê salan de têne dayin.
0:44 min

Hikûmet pêşniyaz dike ku şeş mîlyarên nû têxe budçeya dibistanê de. Hedef  ew e ku ev pere ji xwendegehên lazimiya wan pê heyî re biçin da ku wekheviya navbera dibistanan were xurt kirin.

Di daxuyaniyeke çapemeniyê de Wezîrê Perwerdeyê Gustav Fridolin dibêje:

Komîsyona ku li ser rewşa dibistanan lêkolîn kiribû dixwest ji bo wekheviya navbera dibistanan dewlet berpirsiyariyê bigre ser xwe. Niha em pêşniyaza yekê ya komîsyonê tînin cî.
Fridolin herwiha da zanîn ku ev pere wê di navbera salên 2018-2020 de werine dabeş kirin. 1.5 mîlyar sala were tê dayin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".