Peter Hultqvist
Wezîrê Parastinê Peter Hulqvist li ser wezîfeya xwe dimîne. Wêne: Tomas Oneborg/SvD/TT

Hultqvist weke wezîr dimîne

Liberal û Center destekê nadine bêbaweriyê.
0:40 min

Hem partiya Navendê (Centerpartiet) hem jî Lîberal radigihînin ku ew daxwaza bêbaweriyê ji bo wezîrê Parastinê Peter Hultqvist nakin. Ev tê wê wateyê ku desteka ji bo jiwezîfêdanîna Hultqvist di parlamenê de têr nake.

Ji ber kêmayiyên di ewleyiya Transportstyrelsen de wezîrê hundir û wezîra binesaziyê di dawiya tîrmehê de îstifa kiribûn. Muxalefetê hingî daxwaza îstifaya wezîrê parastinê jî kiribû, lê hikûmetê ew li cî hiştibû.

Daxwaza bêbaweriya li hemberî Hultqvist û hikûmetê vê dawiyê bêhtir ji aliyê Demokratên Swêdê ve dihate pêşxistin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".