Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Författaren till Erdogans biografi Cigdem Akyol
Nivîskara kitêba Erdogan Çigdem Akyol ji bo danasîna kitêbê hatibû Swêdê. Wêne: Besir Kavak, Sveriges Radio
Çigdem Akyol

”Ewrûpa ji Erdogan ditirse”

"Hedefa Erdogan desthilatdariya mutleq e!"
7:03 min

Yekem kitêba bi swêdî ya derheqê serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de hate çap kirin. Nivîskara kitêbê Çigdem Akyol dibêje Erdogan birçiyê desthilatê ye û hedefa wî ya sereke bidestxistina hêza bêsînor e.

Navê kitêba li ser jiyana Erdogan, her Erdogan e. Ev kitêba 400 pelî, diber jiyana Erdogan re behsa tarîxa Komara Tirkî ya sedsalî jî dike. Hêza Kemalîzmê ya serdest, darbeyên eskerî, aloziya kurd, muhafezekar û dîndarên ku li Tirkî xwe derveyî eşrafan, heta bindest didîtin dike.

Nivîskara kitêbê Çigdem Akyol dibêje Erdogan ji nav vê çîna ku derveyî sîstemê hatibû hiştin, ango ”tirkê reş” tê. Ji bo ku Erdogan bigihe qonaxa ku ew îro gihayê de kedeke mezin daye û îlhama wî ya sereke hêz, bi gotina Akyol ”birçîbûna desthilatê” ye.

Wextekî Erdogan li Swêd û Ewrûpa bêhtir mîna kesekî ku Tirkî ber bi demokrasiyê û Yekîtiya Ewrûpa ve dibe dihate dîtin. Li hemberî desthilatdariya berê û eskeriyê piştgiriyeke siyasî ya xurt ji bo Erdogan dihate dîtin. Lê Akyol dibêje Erdogan tu caran nedixwest bibe endamê Yekîtiya Ewrûpa. Bes bi salan wî ji bo wergirtina piştgiriya ji Ewrûpa ev yek bi kar aniye. Îro jî ji bo ku destekê werbigre komên civakê diberde hev, hestên neteweperestî qewîn dike, ne îslamîst e lê misilmantiyê pir bi kar tîne. Yanî hemû taybetmendiyên xurt dikevine xizmeta bidestxistina desthilatdariya mutleq de.

Ji 2002ê ve AK Partî Tirkî bi rê ve dibe û herçend di destpêkê de mirov dikare behsa gelek kesên xwedîtesîr di nav partiyê de bike jî şofêr û kesê herî xwedîxeber tim Erdogan bûye. Û di van salên dawî de êdî ew ne tenê kesê herî xwedîxeber, lê gotina wî êdî li Tirkî ser her tiştî re ye. Hemû dijberên xwe yan girtine an terqandine. Mûxalefet, çapemenî, tevgereke dijî wî ya xurt vêga nayê dîtin.

Ê naxwe kesekî xwediyê desthilatdariyeke ewqas mezin çima zordariyeke ewqas bêsînor dike. Ewqas siyasetvan, rojnameger û akademîsyen digre? Akyol dibêje Erdogan pir ditirse:

– Zordariya ku îro li Tirkî tê kirin nîşan dide bê ew çende bitirs e. Kesekî ku di nava xwe de pir ditirsbe ancix bikare tahdê ewqas li rexnegirên xwe bike. Mirovekî rehet, ji xwe ewle bi vî awayî tev nagere.


Di vê dema dawî de têkiliyên navbera Erdogan û Ewrûpa gelekî xerab bûne. Heta êdî gelek caran daxuyaniyên Erdogan ên li hemberî hin dewletên Ewrûpa weke zirt û gefxwarin têne şîrove kirin. Lê li gor Akyol, Erdogan ji Ewrûpa natirse. Berovajî Ewrûpa ji wî ditirse.

– Her gavê, her tişt dikare li Tirkî were guhertin, loma Ewrûpa û di serî de Almanya bitirs e. Ji aliyekî din ve nexşerêyeke hevgirtî ya Yekîtiya Ewrûpa derheqê Tirkî de nine. Her dewletek bi sere xwe li gor dilê xwe têkiliyan bi Tirkî re dideyne.

Ê naxwe tirsa Erdogan çi ye?

– Erdogan, Almanya û Ewrûpa weke xeter nabîne. Ji bo wî xeter kurdên Sûriyê ne. Li Kobanî û Rojava kurd digihîjin serxwebûnê. Erdogan ditirse ku ev tesîreke mezin li kurdên Tirkiyê jî bike.
Û di zarokatiya xwe de Erdogan rismên serokê Tirkî yê wî zemanî Adnan Menderes di sêdarê de, gava tê şenqkirin dîtiye. Yanî Erdogan zanê bê çi dikare were serê kesekî hilbijartî jî.

Gava nivîskara kitêbê Çigdem Akyol li Swêdê bû çapemeniyê ciyekî fireh dayê, lê li ser daxuyaniyên wê yên di çapemeniyê de gelek gotûbêj derketin. Bi taybetî jî hevpeyvîna wê ya bi nûçeyên Televîzyona Swêdê re rastî gelek rexneyan hat.

Di hevpeyvîna bi Televîzyona Swêdê re Akyol digot «Tirkî ber bi dîktatoriyê ve naçe, bi milyonan kes destekê didine Erdogan û li Tirkî muxalefet heye”. Lê deqeyekê piştre wê digot “Eger mirov li dijî Erdogan derkeve mirov dikare ji kar were avêtin, were zindanî kirin yan jî paseporta mirov were standin. Lê eger mirov bêdeng be tiştek bi mirov nayê”.

Van gotinên zitê hev bi taybetî di torên civakî de rê li ber munaqeşeyên fireh vekir. Rexne hem li Akyol hem jî li rojnamevana televîzyonê dihatine kirin ku ew lawaz maye. 

Hin îşaretên bi vî rengî di hevpeyvîna me de jî derdiketin pêş. Çigdem Akyol ku li Almanya ji dayik bûye di hevdîtina me de da zanîn ku ew bi eslê xwe kurdeke ji Erzincanê ye. Lê di kitêba xwe de ew tevgera bakur weke “teror”, siyaseta HDPê ya niha jî weke “terefê terorê” bi nav dike. 

Di havepeyvînê de jî gava me hin pirs dikirin wê tiliya xwe dida ber lêva xwe û tarîf dikir ku ew nikare li ser vê “mijara talûke” tiştekî bêje.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".