Julia Kronlid (SD), Kyroval, Kurdo Baksi
Kurdo Baksi cara pêşî dengê xwe dide. Wêne: TT

Roja yekşemê hilbijartina dêrê ye

"Dêr kirine aletê siyasetê"
4:27 min

17ê mehê ango vê yekşemê hilbijartinên Dêra Swêdê têne li dar xistin. Beşdariya van hilbijartinan normal pir kêm e. Kesekî ku ev derdorê çil salî ye li Swêdê dijî lê dibêje ji bo cara pêşî niha di hilbijartinên dêrê de ew ê dengê xwe bi kar bide Kurdo Baksî ye.

Kesekî ku ev derdorê çil salî ye li Swêdê dijî lê dibêje ji bo cara pêşî niha di hilbijartinên dêrê de ew ê dengê xwe bi kar bide Kurdo Baksî ye.

Ji bo ku mirov bikaribe di hilbijartina Dêra Swêdê de dengê xwe bide gereke nifûsa mirov li Swêdê be, mirov endamê dêrê be û temenê mirov ser 16 salî re be. 

Elaqeya ji bo hilbijartinên dêrê li Swêdê ne mezin e, lê di gotûbêjên îsal de bi taybetî behsa aliyê siyasî yê dêrê tê kirin. Aloziyeke xurt di navbera bi tabyetî jî Sosyaldemokrat û Demokratên Swêdê tê dîtin.

Julia Kronlid endama Demokratên Swêdê ye. Ew herwiha endama Dîwana Dêra Swêdê jî ye. Dîwana dêrê mîna parlamentoya dêrê dixebite. Ew dibêje desthilatdariya siyasî ku heye dêr kiriye meydaneke siyaseta çep.

Dêr, di şûna ku baweriya xiristiyanî bide pêş wergeriyaye meydaneke ji bo lîberalên çep. Gerek mirov bikaribe here dêrê, li wa’zên ji incîlê guhdarî bike bêyî ku mirov li siyasetê guhdarî bike. Bêyî ku ferq bike bê mirovek alîgirê Sosyaldemokratan an jî Demokratên Swêdê ye. Halê hazir rewş ne bi vî rengî ye. Ji ber fikrên xwe yên siyasî bawermend dev ji Dêra Swêdê diberdin.

Kurdo Baksî dibêje yên ku dêr kirine meydana siyasetê Demokratên Swêdê bi xwe ne. Eger pêxember Îsa di 2017ê de hatiba Swêdê û daxwaza penaberiyê bikira Demokratên Swêdê dê li dij derketibane. Lê heman partî ji bo siyaseta xwe wî bi kar tîne.

Ji 4ê îlonê ve îmkana mirov heye ji bo hilbijartinên dêra Swêdê dengê xwe pêşwext bide, roja herî dawî ya dengdanê jî 17ê vê mehê ye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".