Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Beşdariya di hilbijartina dêrê de bilind bû

Sosyaldemokrat partiya herî mezin a dêrê ne.
2:07 min
Kön till kyrkovalet
Nêzîkê mîlyonek kes di hilbijartina dêrê de dengê xwe da. Wêne: Petra Lindell / TT

Duh hilbijartina Dêra Swêdê hate li dar xistin. Ji kesên dikarin dengê xwe bidin ji %18 dengê xwe dan. Ev jî tê wê maneyê ku ev 67 sal bûn tu caran beşdarî ewqas bilind nebûye.

Anki Bondesson ku berpirsa hilbijartina dêrê ye dibêje hejmara dengdêran bi giştî wê bigihe derdorê milyonekê û ew ji bo vê beşdariya nisbeten bilind kêfxweşiya xwe tîne zimên.

Dengên ku pêşwext hatine dayin hêj nehatine hesibandin û dawiya vê mehê gereke Dêra Swêdê encama nîhayî ya hilbijartinê eşkere bike. Lê hejmarên berpêşkî nîşan didin ku partiya Sosyaldemokratan derdorê %30 deng standiye û bi berdewamî partiya herî mezin a dêrê ye. Jesper Eneroth di şêwra dêrê de berpirsê grûpa Sosyaldemokratan e.

Ji wextê ku hilbijartinên dêrê rasterast têne kirin ve tu caran me ewqas deng nestandibûn û loma em gelekî kêfxweş in pêbaweriya bi me ewqas mezin e.


Hilbijartinên rasterast ên dêrê ji 2001ê ve têne kirin. 

Desteka ji bo Partiya Navendê (Centerpartiet) û Partiya Serbixwe ya Dêrê (posk) jî zêde bûye. Lê partiya ku li gor berê herî zêde dengên xwe bilind kiriye Demokratên Swêdê ne. Wan dengê xwe ji %6 hildane %9. Julia Kronlid berpirsa Demokratên Swêdê ya siyaseta dêrê ye. Ew jî razî xuya dike û dibêje ew nêzîkî hedefa xwe ya duqatkirina dengan bûne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".