HDPs ledare Selahattin Demirtas och Figen Yuksekdag
Ev nêzîkê salekê ye ku hevserokên HDPê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag li Tirkî di zindanê de ne. Wêne: Burhan Ozbilici

Demirtaş û Yuksekdag berendamên xelata Sakharov in

Grûpa Parlamena Ewrûpa hevserokên HDP berendam nîşan dan.
1:20 min

Hevserokên HDPê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag berendamên xelata parlamena Yekîtiya Ewrûpa, Sakharov in.

Parlamena Yekîtiya Ewrûpa di malpera xwe ya resmî de navê berendamên xelata Sacharov ên îsal  eşkere kirin.

Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag, ên ku vêga li Tirkî di zindanê de ne di nav şeş berendaman de ne. 

Grûpa Yekîtiya Çepên Ewrûpa û Kesk û çepên Bakurî (European United Left – Nordic Green Left) hevserokên HDPê weke namzet nîşan dane. 

Kesekî din ku di zindanê de ye û berendamê xelata îsal e rojnamevanê swêdî-erîrtreyî Dawit Isaak e. Isaak ji 2001ê ve li Erîtreya girtî ye û ji 2005ê ve qet xeber jê nehatiye standin. 

Xelatgirê Sakharov ê îsal wê di 26ê meha deh, ango cotmehê de were eşkere kirin. 

Ji sala 1988ê ve parlamena Ewrûpa vê xelata ji bo azadiya derbirînan dide kes an rêxistinên ku ji bo mafê mirovan têdikoşin.

Di sala 1995ê de siyasetvana kurd Leyla Zana xelat wergirtibû. Par jî xelat çûbû ji her du jinên êzidî Nadia Murad û Lamiya Aji Bashar re.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".