Säpo asylsökande
Wêne: TT

Yê ku daxwaza mafê rûniştinê bike tê kontrol kirin

"Ev tedbîr ji ber talûkeya terorê hatiye girtin".
2:43 min

Ji meha heft, tîrmehê ve polîs hemû kesên ku li Swêdê daxwaza mafê rûniştinê dikin kontrol dike. Zaniyariya serlêderan Daîreya Koçê ji polîsê îstixbaratê re dişîne.

Belê, Daîreya Koçê û polîsê îstixbaratê hevkariya xwe xurttir kirine. Hedef bi vê yekê ew e ku kesên ji bo Swêdê talûke werine dîtin. Heta niha Daîreya Koçê zêdetir ji 20 000 dosyayên bi vî rengî ji polîs re şiyandine.

Berpirsê van kontrolan li Daîreya Koçê Oskar Ekblad e.

Ji havînê ve me dest bi kontrolên otomat kiriye. Ev tê wê maneyê ku polîsê îstixbaratê dikare her kesê ku li Swêdê daxwaza mafê rûniştinê dike kontrol bike. Yanî ne tenê penaxwaz, lê yên ku bi riya kar, têkiliyên malbatî û xwendinê jî têne Swêdê têne kontrol kirin.

Kontrolên ku niha têne kirin beşek ji lihevhatina par a navbera hikûmet û partiyên hevbend e. Carê tenê ji bo hevwelatiyê kontrolên otomat dihatine kirin. Di dema serlêdana mafê rûniştinê de jî eger gumanên Daîreya Koçê çêbûbane ew dişiyandin ji polîs re. Par hejmara dosyayên wiha 700 bû, lê piştî vê guhertinê ji niha de 20 000 dosya çûne ji poîs re.

Ev kontrol herwiha ne tenê ji bo kesên li Swêdê tê kirin. Yên ku li sefaretên Swêdê daxwaza mafê rûniştinê dikin jî têne kontrol kirin. Eger polîsê îstixbaratê wan weke xeter binirxîne mafê rûniştinê nade. Oskar Ekblad dibêje par 50 kes ji ber vê sebebê hatine red kirin.

Swêd jî mîna dewletên din bi pêvajoya koçberiyê re tûşî hin xeteran dibe. Mirov zêde mezin neke, piraniya kesên têne Swêdê helbet bêzerar in, lê mîna kontrolên ku li balafiran têne kirin, gereke serlêderên mafê rûniştinê jî werine kontrol kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".