Försvarsminister Peter Hultqvist pratar med media i riksdagshuset
Wezîrê Parastinê Peter Hultqvist. Wêne: Anders Wiklund/TT

Hultqvist li ser wezîfeya xwe dimîne

Partiya Navendê û Lîberalan deng nedan
0:46 min

Îro parlamena Swêdê derbarê Wezîrê Parastinê Peter Hultqvist de çû dengdanê bê ew divê dev ji wezîfeya xwe berde yan na. Encama ku derket ew e ku Hultqvist li ser karê xwe dimîne.

Hejmara parlamenterên ku xwestin Hultqvist îstifa bike 135 bû, yên ku li dijî îstifayê derketin 137 bû û 58 parlamenteran jî deng nedan. 

Partiyên ku ji bo îstifaya Hultqvist deng dan Moderat, Demokratên Swêdê û Demokratên Xiristiyan bûn. 

Ji boyî ku Hultqvist mecbûrî îstifayê bike 175 deng lazim bûn. Lê piştî ku Partiya Navendê (Centerpartiet) û Liberalan dengê xwe nedan ew negihane vê hedefê.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".