Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Magdalena Andersson och Emil Källström
Magdalena Andersson û Emil Källström Wêne: TT.
Budçeya 2018ê.

Hikûmet 40 milyarî dabeş dike – muxalefet rexnegir e

40 mîlyar kron tê dabeş kirin.
3:00 min

Hikûmetê îro pêşniyazên budçeya 2018ê eşkere kir. Pêşniyaz ew e ku 40 mîlyar kron li beşên cuda yên civakê were dabeş kirin.

Di daxuyaniya xwe ya îro de Wezîra Maliyê Magdalena Andersson got ew giraniyê didine muhtacan, beşên civakê ku pêwistî lê mezin e dîtin, da ku ferqa navbera tebeqeyan kêmtir bibe. 

Çend ji guhertinên ku bi vê mebestê têne kirin ev in:

Alîkariya zarokan (barnbidrag)  û xwendina şagirtên lîseyê ji adara 2018ê û pê ve mehê bi 200 kronî tê bilind kirin. 

Ji bo peydakirina kar çar mîlyar kron hatine veqetandin. Ev pere wê ji bo ciyên çiraxiyê, perwerdeya kesên nûhatî, alîkarîdayina şîrketên biçûk were xerc kirin.

Li gor Magdalena Andersson ji bo vekirina dergehên nû yên di bazara kar de ev guhertin pir girîng in, wê tesîrên vê yên berbiçav hebin. 

Di budceyê de beşên ku herî zêde alîkariyê distînin ev in:

  • Zarok
  • Perwerde
  • Teqawîd
  • Parastin û polîs
  • Nexweşxane
  • Jîngeh

Ev budçe heta niha pêşniyazek e. Ji bilî herdu partiyên hikûmetê Sosyaldemokrat û Partiya Jîngehê herwiha Partiya Çep jî destekê dide pêşniyazê. Loma tê çaverêkirin ku ew ji aliyê parlamenê ve were qebûl kirin.

Li gor pêşbîniya hikûmetê sala bê gereke Hatiniya Neteweyî ya Nesafî ya Swêdê bi %2.5 bilind bibe, bêkarî dakeve bi %6. Deynên Swêdê weke dewlet ev 40 sal e ewqas kêm nebûye. Yanî Wezîra Maliyê wêneyekî geş radixe ber çavan. 

Di budçeya îsal de gelek pere têne belav kirin û ji ber ku ew budceya herî dawî berya hilbijartina sala bê ye, hin şîrove têne kirin ku ew bi mebesta qezenckirina hilbijartinê hatibe hazir kirin. 

Berpirsê siyaseta aboriyê yê Moderatan Ulf Kristersson dibêje  hikûmet bi vê budçeyê re di şûna ku haziriyên demdirêjî bike israfeke ne di rê de dike.  

Emil Källstöm yê ji Partiya Navendê (Centerpartiet) jî dibêje eger mirov dixwaze tiştekî ji zarokên Swêdê re bike ya herî girîng ew e mirov karekî ji dêûbavê wan re peyda bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".