Omar Magdalena Andersson och Shahen
Omar li teqawîdan, Shahen li guhpêdana pîrûkalan difiker Wêne: TT och Nishtiman Irandoust

”Ma 400 kron têra çi dike?”

"Ji ber nebûne pereyan kalîte xerab e"
3:11 min

Di budçeya sala bê ku îro ji aliyê Wezîra Maliyê Magdalena Andersson ve hate pêşkêş kirin de tê pêşniyaz kirin ku baca ji teqawîdan tê standin mehê derdorê 400 kronî were kêm kirin. Lê Omar, ku bi xwe teqawîd e vê kêm dibîne.

Nêzîkê şeş mîlyar kron ji nexweşxaneyan re têne veqetandin. Ev pere li beşên cuda yên tenduristiyê re wê herin. Shahen ku bi xwe di karê lênerîna pîrûkalan de kar dike dibêje nebûna îmkanan di branşa wan de dibe sebeba gelek kêmasiyan.

Polîs û parastin pareke baş ji budçeya îsal distînin. Qadir, ku hevkara me Niştiman Irandoust li Skärholmen pê re axiviye dibêje girîng e ewleyî were baştir kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".