Riksdagen Kurdistans flagga
Tu partiyên li dijî referanduma Herêma Kurdistanê nînin. Wêne: TT och Besir Kavak
Referanduma Herêma Kurdistanê

Parlamena Swêdê piştgirê referandumê ye

Referandum mafê rewa yê kurdan e!
3:42 min

25ê îlonê, roja duşemê gereke başûrê Kurdistanê ji bo pirsa serxwebûne here referandumê. Hem navxweyî hem jî li derve gelek gotûbêj li ser vê referandumê têne kirin, lê di parlamentoya  Swêdê de piştgiriyeke xurt a siyasî heye.

Kenneth G Forslund, yê Sosyaldemokrat serokê desteya siyaseta derve ye. Ew dibêje herçend wext dikarîbû baştir jî be giştpirsî mafekî rewa yê kurd e.

Em alîgir in ku kurd biryara paşeroja xwe bi xwe bidin. Lê divê ew birêkûpêkî li gor qanûnan were kirin.

Radyoya Swêdê ji her heşt partiyên parlamenê fikrê wan ê li ser referanduma Herêma Kurdistanê pirsiye. Ji xeyrî Partiya Navendê (Centerpartiet) hemû partiyên din bersiv dane û hemû dibêjin ev mafê rewa yê kurda ye. Demokratên Swêdê, Lîberal, Partiya Çep û Partiya Jîngehê kurt û kurmancî ”erê”, yanî heqê kurdan ê çûna referandumê heye.

Berpirsa siyaseta derve ya Liberalan Birgitta Ohlsson dibêje nêrîna wan a li ser referandumê pir erênî ye û pêvajoyê bi heyecan dişopînin.

Demokratên Xiristiyan dibêjin ew daxwaza kurdan a serxwebûnê fêm dikin. Moderat dibêjin erê ew heqekî kurdan ê qanûnî ye, lê di heman demê de balê dikişînin ser hin talûkeyan jî.

Berpirsa siyaseta derve ya Moderatan Karin Enström dibêje:

Em ditirsin ku referandumeke di vê demê de ewlehiya herêmê xerabtir bike. Li herêma ku ji xwe bêistiqrar e şîdet û asta aloziyan bilindtir bibe.

 Di qada navneteweyî de jî referanduma başûrê Kurdistanê gelekî tê nîqaş kirin. Hikûmeta navendî ya Îraqê, Tirkî û Îran bi tundî li dij in. Amerîka, dewletên mezin ên Yekîtiya Ewrûpa mîna Almanya, Brîtanya û Fransa dane zanîn ku ew li dijî referandumeke vêga ne. 

Hin partiyên swêdî balê dikişînin ser giringiya ku gereke Hewlêr û Bexda li hev werin. Lê serokê Partiya Çep Jonas Sjöstedt dibêje gereke mirov zêde guh nede dijîtiya Iran û Tirkiyê.

Mirov nikare bihêle ku dîktatoriyeke mîna Îranê yan jî hikumdariyeke mîna Tirkî ku zilmeke dijwar li kurdên nav xwe dikin, di paşeroja Kurdistanê de bibine xwedî xeber û şertan deynin. Gelê li herêmê divê biryara paşeroja xwe bi xwe bide.

Belê wek tê dîtin di parlamena Swêdê de piştgiriya ji bo referanduma li başûrê Kurdistanê xurt e. Lê di vir de hêjayê mirov balê bikişîne ser nuqteyeke pir girîng. Helwesta resmî ya dewletan ne ji aliyê parlamenê ve, lê ji aliyê hikûmetê ve tê dayin û herçend nêrîna partiyên siyasî yên li Swêdê ewqas erênî jî ye ji aliyê resmî ve tu piştgiriya Swêd ji bo referandumê xuya nake.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".