Margot Wallström Kurdistans flagga
Wezîra Derve Margot Wallström. Wêne: TT & Besir Kavak
Helwesta resmî ya Swêdê:

Swêd referandumê destek nake!

Wallström "Heta ku mimkun be divê yekîtiya Îraqê were parastin!"
3:03 min

Em ditirsin ku referandum bibe sebeba pirsgirêkên ewleyiyê û aloziya siyasî bilindtir bike. Em dixwazin heta mimkun be yekîtiya Iraqê were parastin.

Ev gotinên Wezîra Derve ya Swêdê Margot Wallström ên li ser giştpirsiya Herêma Kurdistanê ye.

Di rapirsiyeke ku Radyoya Swêdê kiriye de partiya sereke ya hikûmetê Sosyaldemokrat jî di nav de hemû partiyên di parlamena Swêdê de dibêjin ew giştpirsiya başûrê Kurdistanê mafekî rewa yê kurdan dibînin. Lê helwesta resmî ya Swêdê ne partî, lê hikûmet dide û li ser nave hikûmetê Wezîra Derve radigihîne.

Derbarê helwesta Swêd a li ser referanduma başûrê Kurdistanê de Wezîra Derve ya Swêdê Margot Wallström heta niha du daxuyanî dane. Daxuyaniya pêşî di nîvê tebaxê de ji aliyê hevkara me ya pişka ingilîzî Spencer Bomholt ve hatibû kirin. Di vê hevpeyvînê de Wallström digot:

Ev pirseke girîng e û berya her tiştî ev pirseke Îraqê ye. Pêvajoyeke şefaf a demokratîk ku mecala şopandinê mimkun be lazim e. Bi min di serî de divê Îraq û kurd lê bigerin ku ew bibe pêvajoyeke daxilker û gotûbêj li ser bibin. Gelek girînge bê giştpirsî çawa tê kirin û ku daxilker be.

Mehekê piştre, Amerîka, Neteweyên Yekgirtî  û dewletên mezin ên Ewrûpa helwesta xwe li hemberî referanduma 25ê îlonê ragihandin. Di heman rojan de ajansa nûçeyan careke din pirsa helwesta Swêdê ji Wallström kir û bersiva Wallström vê care zelaltir bû.

Cîhan bifikar û baldarî li giştpirsiyê dinêre. Em ditirsin ku ew bibe pirsgirêkeke ewleyiyê û aloziya siyasî bilindtir bike. Digel ku rêza me ji kurdan re heye em dixwazin heta ku mimkun be yekîtiya Iraqê were parastin. 

Ev jî tê wê maneyê ku herçend Sosyaldemokrat jî di nav de tu partiyên siyasî yên swêdî ne li dijî referanduma başûrê Kurdistanê ne jî xeta resmî ya hikûmeta Swêdê ew e ku ew rexnegirên referandumê ne.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".