Stefan Löfven och nazist demonstrationen i Göteborg
Dawiya heftiyê nazîst li Göteborg bêdestûr meşiyabûn. Wêne: TT

Li hember pêlên antîdemokratîk hikûmet banga civînê dike

"Sînorên edebê derbas kirine"
0:52 min

Dawiya heftiya nazîstan li Göteborg xwepêşandanek li dar xistibûn. Niha hikûmet ji bo têkoşîna li hember pêlên antîdemokratîk parlamenê li hev dicivîne.

Li ser xwepêşandana naziyan serokwezîr Stefan Löfven dibêje:

Bi rastî dilê min bi vê dixele. Em êdî sînorên terbiyê derbas dikin. Û bi qasî ku ez fêm dikim rêxistineke wiha ekstrem niha dixwaze sînorên polîs biceribîne. Êdî derdikevin, bêdestûr dimeşin.

Wezîrê Dadê Morgan Johansson jî îro da zanîn ku ji bo têkoşîna li hember pêlên antîdemokratîk ên li Swêdê ew ê bangî partiyên parlamenê bikin. Lê bangî Demokratên Swêdê nayê kirin. Johansson dibêje ”em wan weke partiyeke rasîst ya bi kokên nazîst dibînin” û lewra bangî wan nakin.

 

Berfirehiya nûçeyê di nava rojê de tê weşandin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".