Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Cezayê naziyan hate birîn

Hat weşandin fredag 22 september 2017 kl 12.10
Cezayê diduyan hate sivikkirin
(1:48 min)
Anordning för sprängladdning
Teqemeniya bi desta çêkirî ya li Lilleby berya teqînê hatibû dîtin. Wêne: polisen

Ji ber êrîşên bombeyî yên li Göteborg sê kesên ku berya niha hukim xwaribûn, doza wan derbasî dadgeha îstinafê bûbû. Îro vê dadgehê hukimê xwe da û li gor dadgeha desptêkê hin cudahî hene.

Di dadgeha îro de tawanbaran dixwestin serbest werine berdan, lê heçî dozger bû dixwest cezayê girantir were dayin. Dadgehê ew serbest bernedan lê cezayê diduya ji wan kêmtir kir.

Di navbera par mijdarê heta destpêka îsal de sê êrîşên cuda li Göteborg rûdabûn. Di teqemeniyeke li dijî kampeke penaberan de karmendek giran birîndar bûbû. Teqînek li dijî lokala sendîkalîstan hatibû kirin ku tê de kesek birîndar nebûbû, lê zerara madî gihabû lokalê. Di êrîşa sêyem de berya teqîn bibe madeyên teqînê ji aliyê polîs ve hatibûne girtin. 

Ji ber van êrîşan sê kesên ku têkiliya wan bi rêxistina nazîst a bi navê Tevgera Têkoşîna Bakurî (Nordiska motståndsrörelsen - NMR) re hebû hatine girtin. Dadgeha destpêkê li yekî ji wan heşt sal, li yekî pênc sal û li yê sêyem jî sal û nîv cezayê hepsê birîbû. Dadgeha îstinafê ya îro cezayê herduyên pêşî  daxiste şeş sal û nîv û du sal û nîvan. Cezayê kesê sêyem ji sal û nîvê hilda salek û deh mehan.

Ji ber teqîna ku kesek tê de birîndar bûbû dadgehê delîl kêm dîtin û gumanbar beraet kirin. Bi vî awayî kesê birîndar wê tu tezmînatê nestîne. 

Hêjayî gotinê ye ku dawiya heftiyê rêxistina nazîst NMR, ku tê gotin têkiliya van her sê kesan pê re heye li Göteborg xwepêşandaneke bêdestûr li dar xistibû. Hikûmetê ragihandiye ku ji bo tekoşîna li dijî rêxistinên wiha ew ê parlamenê li hev bicivînin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".